• Diyarbakır4 °C
  • Batman4 °C
  • Mardin3 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis-2 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa8 °C
  • Erzurum1 °C
  • Ağrı0 °C
  • Gaziantep9 °C
  • Hakkari-2 °C
  • Muş1 °C
  • Siirt3 °C
  • Van0 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Qedexeya navên Kurdî berdeyame
18 Aralık 2013 Çarşamba 11:07

Qedexeya navên Kurdî berdeyame

Serokê OGC'ê Hayrettîn Çelîk: “Warjîn" Midûriyeta Nifûsê ya Bajêr a Amedê bersiva, "Hikûmet her çi qasî biryar dabe ku tîpên qedexe êdî di qeydan de bê nvîsandin jî hîn ji me re ji bo rakirina vê qedexeyê tiştek nehatiye ragihandin.” da.

AMED - Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan her çi qasî di "Pakêta demokratîkbûnê" ya 30'ê Îlonê de aşkera kir ku astengiyên li hember tîpên W, Q, X rabûne jî li midûriyetên nifûsê ev qedexe hîn jî berdewam in.  Li Erdnîgariya kurdan her çi qasî bê gotin ku astengiyên li hember navên kurdî bi awayekî fiîlî hatine rakirin jî tîpên qedexe di fermiyetê de nayên qebûlkirin. Serokê Komeleya Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC) Hayrettîn Çelîk xwest navê zaroka xwe ya berî niha bi 3 mehan hatiye dinyayê bike "Warjîn", lê belê navê "Warjîn" li astengiya qanûnan hat. 

'Biryar ji midûriyetên nifûsê re nehatine ragihandin'

Çelîk, diyar kir ku ji bo ev tîp bên bikaranîn kurdan bi salan têkoşîn meşandine û di 4'emîn pakêta darazê de ji aliyê hikûmetê ve biryar hat girtin ku êdî ev tîp wê bên bikaranîn. Çelîk da zanîn ku midûriyeta nifûsê ji wan re gotiye ku ji bilî navê "Warjîn" heke di demeke kurt de navekî din nedin zaroka xwe wê 78 TL cezayê pereyan li wan bibirin. Çelik, got, "Tîpên W, Q, X di alfabeya navneteweyî de tên bikaranîn. Eger li Tirkiyeyê tîpa W qedexe be wê demê bila tevayî sîteyên înternetê û kanalên tirk bên girtin." 

'Em bi qanûnên berî niha bi 86 salan re rû bi rû tên'

Çelîk da xuyakirin ku di serîlêdana midûriyeta nifûsê de di bersiva ji wan re hatiye dayîn de bersiva, "Urf û adetên tirk" derbas dibe û wiha dewam kir, "Em ne tirk in, kurd in. Alfabeyeke me jî heye. Em bi qanûnên berî niha 86 salan re rû bi rû tên." 

Çelîk, da zanîn ku eger navê zaroka wî neyê qeydkirin wê serî li dadgehê bidin.

ENGÎN EREN 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim