1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. ”Qêrîna min gazinên min in”
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

”Qêrîna min gazinên min in”

A+A-

Ez ji 74-75 an ve wî nas dikim û li taxa nû ava dibe, Şehrî Med a Nisêbînê dibim mêvanê wî. Mîna dema xortaniyê li ser rojeva polîtîk kur dibe. Çaraseriyan birêz dike. Gazinên xwe dihêne zimên. Gazinên wî ji dil tê. Mîna helbetsên wî, gazinên wî qêrîn in, xewn, xeyal û daxwaziyên wî tercume dikin.

Mijara edebiyatê û berhemên edebî bêhtir bala wî dikşîne. ”Helbest”, dibêje. ”Ne tenê girêdana min bi zimanê kurdî xurtir dikin. Xewn û xeyalên min îfade dikin. Perçeyek ji min in. Halî rûhiyeta min û şopa dema xwe hemêz dikin.” Qala xebatên xwe dike. Ji çentê xwe hejmarek ji pirtûkên xwe derdixîne û datîne ser masê.

Demek dirêj e bi nivîsîna romana xwe mijûl e. Ez jî dîtîna xwe li ser avakirina romanê par vedikim. Avakirina romanê sebrê dixwaze. Divê çîroka wê bi zimanek bilind bê nivîsîn. Girêdana xelekên çîrokê, xurtkirina diyalog û kêşara wê giring e. Pêwîst e xurtbûn, kurbûn û nazikiya zimanê kurdî derxîne pêş. Bi çîrok, diyalog û hunandina xwe bibe nimuneyek baş û perçeyek ji edebiyata welêt û cîhanê. ”Rast e, ne hêsan e”, dibêje û axaftina xwe didomîne. "Ez jî mîna te hizir dikim. Lê ji aliyê ziman, wext û qelîteya wê çi pêwîst be tê kirin.”

Helbestvan Suleyman Çakir, di eslê xwe de mamoste ye. Ji Keleha Bûnisra Nisêbînê ye. Mîna gelek kurdên xwendevan, di wextê xwendina navîn de dest bi karê siyasî dike. Dema lîseyê bi hejmarek hevalên xwe re tên surgunkirin. Di 79 an de dest bi karê mamosteyê dike. Lê zextên dewletê û dijîtiya neteweperestên tirka didome. Gelek caran tê taqîpkirin, bi endamên malbata xwe re dikevin ber pêla êrîşan, tê binçavkirin û girtin.

Piştî teqawîtbûna ji karê mamostetiyê giraniyê dide xebatên edebî. Li ser helbestan kur dibe û dinîvisîne.

Wext tarî
şev bê deng e
û zinar di xewa giran de
sal û roj pişta xwe dane min
li min xayîn
dost û yar bê deng in
ez di nav destê xelkê de
kezîzer tu deyn nakê…”

Heşt pirtûk nivîsî ye. Sê bi turkî, pênc ji wan bi kurdî ne. ”Kezî zera min” berhema herî populer e. ”Xewna min”, ”Zeriya warê min”, ”Nû şînbûm” xebatên din in. ”Cegerxwîn”, dibêje mamoste Çakir û wisa didomîne. ”Bandora wî li ser jiyan û pênûsa min piralî ye.”

Hilma evîn û hêviyan ji helbestên mamoste Çakir difure. Bi hêviyên azadî û aştiyê barkirî ne. Dixwaze mirovahî kêmasiyên xwe bibîne û piştgiriyê bide gelê wî. Helbestên wî mîna wêneyan in û di wan de hunera wênekêşiyê xwe dide der. Ji evîna xwezayê, heskirina cî û deverên lê mezin bûye û xeyalên wî rengên xwe distînin. Di xetên wî de, evîndariyên berê. Ya dema zaroktî û xortaniyê dibin rengên herî balkêş.

Tu delal e
wek xezal e
bejin zirav
tak rîhan e
bermalya min
sebra can e…”


Xwendin û kirîna berhemên bi kurdî û edebî, ji bo teşwîkirina nivîskar û afirandina berhemên nû giring e. Hebûna kêmasiya berheman normal e û divê bêne rexnekirin. Lê rexne ji bo pêşketinê ne. Divê em berhemên bi kurdî hatine nivîsîn bikirin, bixwînin û wan rexne jî bikin.

Berhemên mamoste Suleyman Çakir, bêhtir bi kurdî ne. Helbestên xurt di berhemên wî de pir in. Ji aliyê hezimkirin, hunandina bi sebir û xurtkirina zimanê edebî baş in. Lê dikarin baştir bibin. Kesên dixwazin berhemên wî bidest bixînin dikarin bi e postê têkiliyê deynin:
bilgi@arisanat.com anjî bunisra@hotmail.com

 

Bu yazı toplam 905 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.