1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Qeymeqamê Seyîd Sadiq îstîfa kir
Qeymeqamê Seyîd Sadiq îstîfa kir

Qeymeqamê Seyîd Sadiq îstîfa kir

Îro nîvro (03.02.2014) bi zext û guşara xwepêşanderan, Qeymeqamê Qezaya Seyîd Sadiq Erkan Hesen dest ji kar kişandina xwe ragehand.

A+A-

NAVENDA NÛÇEYAN

SILÊMANÎ - Vê sibê piştî veşartina cenazeyê Biryar Hesen ku di xwepêşandana doh a Seyîd Sadiq de bi guleya hêzên ewlekariyê canê xwe ji dest dabû, li qezayê dîsan xwepêşandanê dest pê kir. Vê sibê bi amadebûna rojnamevan, çalakvan, parlamenterên Kurdistanê û merivên wî, cenazeyê Biryar Hesen li Seyîd Sadiq hat veşartin.

Di vê derbarê de Parlamenterê Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Umer ji BasNewsê re eşkere kir ku ji dêlva kujerê Biryar Hesen bê girtin şevê din bi awayekî berbelav girtina organîzatorên xwepêşandana doh dest pê kiriye û got: ‘’Em niha bi aliyên peywendîdar û rêkxerên xwepêşandanê re di gotûbêjê de ne daku çareseriyekê ji vê aloziyê re bibînin.’‘

Hevdem Parlamenterê Tevgera Goran Umêd Heme Elî ku xelkê wê qezayê ye, li ser gora Biryar Hesen axaftinek kir û got: ‘’Em bi hîç awayekî ne li dijî wê yekê ne ku Helebce bibe parêzgah, lê me daxwaza xizmetguzariyên seretayî kiriye. Herwiha daxwaz hatiye kirin ku Seyîd Sadiq nekeve ser Helebceyê û li ser Silêmaniyê bimîne.’‘

Li gor agahiyên BasNewsê, doh çend caran hêzên ewlekariyê yên cuda bo Seyîd Sadiq hatine şandin û niha jî Fewca 5. ya Lîwaya Şarezor a Hêza Pêşmerge li qezayê ye. Rêveberê Polîsên Seyîd Saiq Hekîm Ezîz jî ragehand ku ji doh ve 12 kes ji rêkxerên xwepêşandanê binçav kirine.

Vê sibê piştî veşartinê cenazeyê Biryar Hesen, beşeke beşdarvanan li dijî berpirsên Seyîd Sadiq dest bi bilindkirina sloganan kirin û daxwaza berdana wan ciwanan kirin ku şeva borî ji aliyê asayîş û hêzên ewlekariyê ve hatibûn girtin.

Hejmarek parêzerên Seyîd Sadiq tevî xwepêşandanê bûn û dixwazin parêzgariyê li mafê xelkê û birîndarên Seyîd Sadiq bikin. Di vê derbarê de çend parêzeran ji BasNewsê re gotin: ‘’Em hatine bê beramber parêzgariyê li dosya Biryar Hesen bikin, herwiha niha xwîn ketiye nav xwepêşandanê û îro ji doh cuda ye.’‘

Di xwepêşandana doh a qezaya Seyîd Sadiq de zêdeyî 60 kes ji polîs û xwepêşanderan birîndar bûn û ciwanek jî ku fîşek li serê wî ketibû, li nexweşxanê canê xwe ji dest da. Hat zanîn ku heta niha jî kujer nehatiye girtin.

Îro danê nîvro jî li ser zext û guşara xwepêşanderan û nerazîbûna wan, Qeymeqamê Qezaya Seyîd Sadiq îstîfaya xwe radestî parêzgarê Silêmaniyê kir û tê çaverêkirin parêzgar qebûl bike û kesekî din wek qeymeqamê Seyîd Sadiq destnîşan bike.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.