1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. "Qirkirina romaniyên Europî"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

"Qirkirina romaniyên Europî"

A+A-

Nifûsa romaniyên (qereçî-romanî) europî 11 milyonan derbas dike. Bêhtirê wan li Romanya, Bulgaristan, Macaristan, Slovakya û Fransayê dijîn. Beşek mezin şerê hejartî û tunebûnê dikin. Hinek, li derveyî sîstema sihet û tedawiyê hiştine. Zarokên wan piştî xwendina bingehîn, nikarin perwerda xwe bidomînin. Li saziyên fermî, fabrîkan, dikanên kirîn û firotinê dîskrîmîne dibin. Dîroka dîskrîmînekirina romaniyan li Europayê kevn e. Dijîtiya taybetî ji aliyê hêzên neteweperest, anku nazîstên nû tê organîzekirin.

"Antîromanîzm, pirsgirêkek cidî ya Europayê ye. Divê bi dawî were. Bi tedbîrên civakî pirs çareser nabe. Divê Yekîtiya Europayê, pirsê ji xwe re bike karek esasî", dibêje nûnera Parlamentoya Europayê Soraya Post.

"Di dema naziyan, tevgirtin û çavdêriya romaniyan di kampên taybetî de nehatiye jibîrkirin. Lêdan, kûştin û qirkirina wan bi şêweyekî sîstematîk hatibû pê. Destpêka tebaxa 1944 an, tevayê romaniyên di kampên Auschwits- Birkenau, bi destê nazîstan hatin kûştin. Divê ew roja reş, dema qirkirinê neyê jibîrkirin. Ez pêşniyaz dikim ku, 2 Tebaxê mîna roja qirkirina romaniyên europî bê pejirandin û ev roj ji aliyê Parlementoya Europayê ve bi fermî bê nasîn", didomîne Post.

Pêşniyaza parlamentera Europayê Soraya, çarşemba derbas bûyî hate niqaşkirin. Di meha Nîsanê dê biryarê bidin. Li Parlamentoya Europayê li ser pirsê lobiyek xurt didome. Hêzên neyênî hizir dikin hene. Lê piştgirên pêşniyazê rojbiroj zêdetir dibin.

Nimuneya Soraya xanim eşkere nîşan dide ku, bi dîplomasî, xebatên lobî, tecrûbe û zanabûnê gelek pirsgirêk dikarin çareser û barên giran siviktir bibin...

 

Bu yazı toplam 489 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.