1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. 'Qirkirina xwezayê qirkirina civakê ye'
'Qirkirina xwezayê qirkirina civakê ye'

'Qirkirina xwezayê qirkirina civakê ye'

Derheqê projeya li ser Çemê Dicleyê û Baxçeyên Hevselê de Aktîvîstê Tevgera Ekolojiya Mezopatamyayê Nûrhak Sînan Akinci got: "Li ser xwezayê polîtîkayên qirkirin û wêrankirinê tê meşandin. Qirkirina xwezayê qirkirina civakê ye."

A+A-

AMED - Di demek nêzîk de ji aliyê Wezareta Derdor û Bajarwaniyê ve li ser Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê de biryara projeya HES û awahiyan hatibûn girtin. Li hemberê vê projeyê Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê di 19'ê mijdarê de çalakiyek mezin lidarxistibû. Gelê Amedê jî bi vê çalakiyê li hemberê vê projeyê nerazîbûnê xwe nîşan dabû. Lê niha jî di vê projeyê de tu gûhertinek çênebûye. Derheqê projeya ku li ser Çemê Dicleyê û Baxçeyên Hevselê de çêdibe me nêrînên aktîwîstê Tevgera Ekolojiya Mezopatamyayê Nûrhak Sînan Akinci girt. Akinci anî ziman ku Ji Behra Reş heta herema Egeyê li tevî hereman li ser xwezayê dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê heye û wiha axivî: "Li ser baxçeyên Hevselê û biryara qadên awahiya bîneyan de jî fikra dagirkeriyê heye. Di herema me de bi piranî li ser bendavên ji bo ewlehiyê û ji ser HES'an ev proje dimeşin. Em dikarin ev pêkanînan wek projeyên bi pergal bibînin. Ev proje pêkanînên dewletê yê taybet in."

'Bi projeya HES'an gelek cûreyên zindî winda dibin'

Akinci dazanîn ku bi van projeyê HES'an ekolojiya Baxçeyên Hevselê jî dikeve nav xetereyê û wiha domand: "Niha di hevselê de bi dehan cûreyên çûkan û ajalan hene. Baxçeyên Hevselê bi taybetiya xwe ji van ajalan re qadakê ekolojîk e. Heke li vir HES û projeya awahiyan bikeve dewreyê gelek cûreyên zindî yê winda bibin. Niha em mêzedikin projeya awahiyan ji aliyê Wezareta Derdor û Bajarwaniyê ve di mêjûya 23.08.2013' de hatiye girtin. Biryara avakirina Daristaniya Bajar jî di mêjûya 10.09.2013' an de hatiye girtin. Armanca li pey hevgirtina vê biryarê dixwazin ku li ser projeya daristaniya bajar ev qada dîrokî tûne bikin. Heke ev proje bikevin dewreyê ekolojiya vê herêmê yê xerab bibe."

'Bi qirkirina ekolojiyê yê pirsgirkên civakî, aborî û psîkolojîk derkeve hole'

 

Akinci anî ziman ku li hemberê van projeyan di pêvajoyên pêşiyê de ew ê çalakiyên xwe zêde bikin û wiha bi dawî kir: "Li ser Çemê Dîcleyê ku hê jî ji aliyê dewletê nehatiyê tarîf kirin niha projeyên sê bendavan heye. Ev projê ji aliyê DSÎ'yê ve heta dawiya kanûnê an jî 15 sibatê yê bidawî bibe. Di vê mijarê de em agahdar in. Disa em dizanin ku bi vê projeyê ji aliyê Wezareta Derdor û Bajarwaniyê li Hevselê awahiyên wek qafe, restûrant, otel û navendên danûstandinan yê çêbin. Ev proje hem ji bo Baxçeyên Hevselê hem jî ji bo Bajar zerarek mezin e. Em wek Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê em yê projeyên ku zirarê didin xwezayê li hemberê wan bin. Bangawaziya me tevî ekolojîst, aktîwist û ji derdor re bihîzyar ew e ku bila piştgirî bidin têkoşîna me."

Bu haber toplam 963 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.