1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Qonaxa nû di nav Yekîtiya Europa û Turkiyê de
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Qonaxa nû di nav Yekîtiya Europa û Turkiyê de

A+A-

Şerê li Suriyê bê westan didome. 4 milyon koçber, bi riyên guhertî û alîkariya bazirganên penaberan, taybetî di ser Turkiyê û Balkanê re, bi xetên derya, ezmên û reşahiyê, xwe dighêjînin Europayê, bêhtir dewletên dewlemend û bi ewle.

Yekîtiya Europayê-YE de tu welat ji bo qebûlkirina hejmarek wiha bilind penaber, peydekirina xaniyan, lênerîn, perwerde kirin û dana kar, ne amade bû. Li hinek dewletan, cîh di kampên penaberan de nema ye. Bînahiyên demî kirê dikin. Serîlêdan û bersiv dayîn, bi derengî dikevin, heq û neheqî têkilav dibe.

Li gelek welatên endam, dengên nerazîbûnê li dijî penaberan, bilindtir û zêdetir, êrîşa li dijî koçberan û kampên wan, pirtir dibe. Bihêzbûna partiyên neteweperest, ji hêla partiyên din ve, weke krîzek ciddî tê dîtin. Krîza heye, ”Mafê penaberiyê” dixe xeterê.

Fikrê rêvebirên YE; rawestandin û girtina rêya çûn û hatina penaberan ji Turkiyê ye.

Zêdeyî 2 milyon penaberên ji Suriyê li kamp û bajarên bakurê Kurdistanê û Turkiyê dijîn. Li Turkiyê mafê penabertiyê û mecalên kar bi sînor e. Nîvê penaberan, ji bo ku derbasî Europayê bibin, navê xwe di sîstema Turkiyê de nenîvisî ne, li derveyî kampan dijîn. Li riyên derketina derveyî welêt digerin. Tacîrên penaberan, wan, bi rêyên cewaz, bi qefla derbasî Europayê dikin.

Rêvebirên YE çend caran civînên bi Turkiyê re, pirsgirêk anîbûn zimên û niqaş kiribûn. Lihevhatinek formule kiribûn. Welatên endam jî amadekariya vê plana nû dikirin. Wan, di siyaseta xwe de guherînên ciddî dihanîne pê. Li gelek welatan, di şûna ”mafê daîmî ê penaberiyê, rûniştinê û kar” de, bicîh kirina penaberan di kampan de, xwedî kirina wan û ”mafê rûniştina muweqet” didane wan.

Dawiya heftê, rêvebirên Turkiyê û YE, li Brukselê civiyan û bi planekê tifaqa xwe tekuz kirin. Li gorî wê, ji bo ku rewşa penaberên li Turkiyê ne, baştir bikin; jiyana li kampa rêkûpêktir, perwerda zarokan û peyde kirina kar hêsantir bibe, YE 3 milyar Euro pere dide Turkiyê.

Turkiyê wê sînorên xwe î Suriyê baştir kontrol bike, rê li ber pêla penaberan bigre. Her wiha, tixûbên xwe li hêla YE, asêtir bike, derbasbûna penaberan rawestîne. Herdu alî wê şerê tacîrên penaberan bikin.

Ji bo endametiya Turkiyê a YE, wê qonaxek e nû bidin dest pê kirin. Muafiyeta hemwelatiyên Turkiyê ji wîzeyê, azadiya derketin û gera li Europayê jî tê rojevê.

Dengên li dijî planê

Li gelek welatên YE, partiyên neteweperest bi saya polîtîka li dijî penaberan, bihêztir dibin. Piştî hilbijartinê, dibin şirîkên iqtîdarê, anjî bi serê xwe hikumetê ava dikin. Partiyên din jî, ji bo parastina berjewendiyên xwe, polîtîkayên demî diafirînin. Ji bo kêmbûna dengên dijber, mafê penaberiyê bi sînor dikin. Bi armanca rawestandina pêla penaberan, 3 milyar euro didin Turkiyê.

Hayê rêvebirên YE, çapemenî û raya giştî ji buyerên li Turkiyê rû didin heye. Li Turkiyê, bi hilbijartinê re, ”Pêvajoya Çareseriyê” rawestiya. Şerê hêzên dewletê û PKK ê dest pê kir. Hêzên ewlekariyê sîstematîk, bi hinceta PKK yî li kolana ”hendek”an dikolin û hwd, hejmarek bajarên Kurda bi çekên giran dorpêç dikin. Fermana ”qedexa derketina derve” rûniştvanan perîşan dike û xelk bi rojan bê xwarin, vexwarin di mal de hepiskirî dihêlin. Nexweş nikarin tedawî bibin. Jiyana kar radiweste. Mirovên bê suc û sivîl tên kûştin.

Çapemenî, di bin zexta dewletê de dinale. Girtin û hepsikirina xebatkarên medyayê rojane dibe. Heman tehdît li ser parêzvanên mafê mirovan jî heye. Azadiya hizirkirinê bi sînor dibe. Nivîskar jî paya xwe ji vê tadeyê digrin.

Di polîtîka Suriyê de, di şûna dilxwaziya aştiya li welêt û vekirina riya diyaloga nav çand û baweriyan de, îdîayên alîkariya Turkiyê ji bo komên cewaz, pêkanîna nakokiyên nû, dibe niqaşên rojevê.

Di rewşek wiha de ku, kurd di bin zextek giran de ne, mafê çapemeniyê û hizra azad bi sînor dibe û di polîtîka derve de nakokiyên ciddî têne pê, alîkariya YE bi 3 milyar euroyan dibe cihê nerazîbûnê. Siyaseta YE, bi du rû û du zimaniyê tê binavkirin.

Madalyon herdem du alî ye. Aliyê din ê lihevhatinê ku zêde nayê dîtin, lê tê axavtin, ev e: YE, di çarçoveya niqaşên endametî û têkiliyên bi Turkiyê re, zexta xwe a li ser Turkiyê didomîne.

Federica Mogherini, Şefa Karê Derve a YE anî zimên ku, divê pêvajoya aştiyê li Turkiyê ji nû ve bi rih û can bibe, dest pê bike. Avêtina gavek nû ji bo aştiyê, bi taybetî piştî wefata parêzgerê mafê mirovan Tahir Elçî wê bi wate be. Pêwîst e bi kurda re pêvajoya aştiyê were pê. Aştiya bi kurda re, ji bo tevayê herêmê giring e û bi xêrtir e. Xanim Mogherini qala hewildana yekîtiyê, ji bo nerm kirina krîza nav rûs û turka jî kir.

Di qonaxa nû di nav YE û Turkiyê de wê siyaseta hevbeş pêşerojê zelaltir bibe: An wê şerê qirêj li dijî kurda û demokrasiyê bidome. An jî bi siyasetek e însanî wê aştî bê herêmê.

 

Bu yazı toplam 541 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.