Qurbaniyên teqîna Amedê hatin bîranîn

Qurbaniyên teqîna Amedê hatin bîranîn
Parlamenterên HDPê û malbatên qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê, li Qada Stasyonê ya Amedê civiyan û xwestin kujerên Amed, Pirsûs û Enqerê yekser bêne cezakirin.

 Di ser teqîna 5ê Hezîranê ya ku par di mitînga HDPê ya Amedê de pêk hatibû de salek derbas bû, lê hê jî kujerên teqînê nehatine cezakirin. Tenê kesek hatiye girtin û bûyer nehatiye ronîkirin.

 Parlamenterên HDPê û malbatên 5 kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn, li cihê teqînê civiyan û li hemberî hikûmetê nerazîbûn nîşan dan.

 HDPî vê teqînê weke konsepteke êrişa dewletê dinirxînin.

 Cîgirê Serokê Giştî yê HDPê Îdrîs Baluken wiha got:  “Ger dewletê teqîna li Qada Stasyonê ya Amedê veneşarta û ronî bikira, komkujiya li Pirsûsê nediqewimî. Ger piştî komkujiya Pirsûsê berpirsyarên ku ev teqîn dane kirin bihatana cezakirin, dê teqîna li Enqereyê nedibû û bi sedan kes şehîd nediket.”

 Rêveberên komeleya malbatên qurbaniyan jî dan zanîn teqîna li Amedê û wêrankirina bajarên kurdan heman polîtîka ne.

 Hevseroka Komeleya Malbatên Qurbaniyan (MEYA-DER) Ayşe Dîcle jî wiha axivî:

 “Îro li Cizîrê, Sûrê, li Geverê, li Nisêbînê komkujî berdewam dike. Em dibêjin êdî destê xwe ji ser me bikişînin.”

 Qada Stasyonê ku cihê mitîngan e, ji ber teqîna 5ê Hezîranê bi qurnefîlan hate xemilandin.

 Malbatan xwest êdî hemû êrişên bi vî rengî bêne rawestandin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.