1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Raporên rêkxistinên mafê mirovan û Turkiye
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Raporên rêkxistinên mafê mirovan û Turkiye

A+A-

 

Her welat êşên xwe nas dike. Pir giringe ku ew, li ser pirsgirêkên xwe kur bibin û li çaraseriyên însanî, lê mayende, demokratîk û emirdirêj bigerin. Ceribandina destdanîna artêşê û rêgirtina wan jî wiha.

Cunta 1980 î tê bîra min. Parlementerên bi dengê xelkê hatibûn hilbijartin, girtin. Meclîs ketibû bin kontrolê. Yaseya bingehîn li gorî dîtina xwe, ji qanûnên mafê însanî û azadiyan şûştî, formule kirin û pejirandin. Hejmara kesên hatibûn girtin, windakirin, îşkencekirin îro jî baş diyar nebûye. Kesên ji şêweyên cewaz bi kûştinê çûne jî wiha. 

Ji hêla kurda ve rewş kambaxtir bû. Zilm û tadeyî gihişte radeya herî bilind. Hêzên siyasî, ên aştîxwaz, bi tolerans, lîberal û ji bo çaraseriyên legal vekirî bûn jî di nav de, tev derketin derveyî welêt. Cuntayê valabûnek mezin ji hêla muxalefeta demokratîk pêk anî. Hişkî û şîdetê bandora xwe li jiyanê, xebatên çandî û ziman kir. Dayik û malbat ji ber girtin, seqetkirin, windakirin û kûştina kes û xwediyên xwe îro jî dilbikul in û hêstiran dibarînin.

Ev alî tên dîtin û îro jî li ser tê nivîsîn. Lê hêlên ne eşkere hene. Ger em tenê çend pirsan bibîr bihênin, felaketa ku cuntayê bi xwe re anîbû dê baştir bê fêmkirin: Mal û cihên wêran bûne çiqas in? Talan û dizîya ji sazî û wezaretên dewletê bûne çiqas mezin e? Piştî hikumeta sivîl hat ser hikum, ji sucdarên cuntayê çiqas hesap hat xwestin?..

Dema mirov li rojên çûyî dinêre û xerabiyên cunteyên leşkerî difikire, xesar û tadeyên li mirov û demokrasiyê kirine, baştir dibîne. Lewre dijderketina plana 15 ê tirmehê ji turk û kurda re giring bû û bi koma derketin kolanan, xwedî li xwe û demokrasiyê derketin.

Baş e, saziyên navnetewî ên mafê mirovan çi dixwazin?

Weke tê zanîn, parlementoya Turkiyê, yaseya xwe a bingehîn pejirandiye. Heman yase, mafên însanî, azadiya çapemeniyê, parastina mal û can bi qanûnan garantî dike. Her wiha Turkiyê, gelek peymanên însanî îmze kiriye û ji hêla hiqûqa navnetewî jî mesuliyeta xwe heye. Ji Turkiyê tê xwestin ku, tedbîrên dewletê ên li dijî sucdaran; weke girtin, îfade dan, dadgehkirin û destdanîna ser malû milkê wan, di çarçoveya hiqûqî de bibe.

Rexneyên erênî ji bo pêşketina demokrasiyê bi sûd in. Lê divê daxwaziyên me jî di wan raporan de cîh bigrin. Dîtina min wek kesekî bi mafê mirovan mijûl û endamê hejmarek ji van saziya ye, wiha ye: Ceribandina artêşê ji bo destdanîna ser hikum, nayê pejirandin. Divê saziyên mafê mirovan giringiya pirsê jî ji xwe re bikin mijarek esasî û bi firehî qala wê bikin. Bi dengek bilind dijîtiya xwe li hemberî metodên wiha militerî bihênin zimên û pîroziya demokrasî û parlementerên bi dengên xelkê hilbijartî bihênin bîra xwediyên fikrên mîlîtarîst. Her wiha dijderketina xelkê a 15 tîrmehê jî jibîr nekin. Bi qasî parastina mafên dozger û serleşkerên (FETOYÎ) girtî, mafên kurda jî bihênin zimên û ji bo çareseriyên aştiyane, di nav hêzên kurda û dewletê de bibin navgîn û rê vekin.

Li Turkiyê pêşketina demokrasiyê bi nasîna mafê kurda ve girêdayî ye. Dema pirsa kurd bi metodên guftugo û aştiyê çaraser bibe, wê jiyanek bi ewle were pê , aboriya welêt xurt bibe, azadiya şexsî û rêkxistinî jî pêş bikeve. Kar û xebatên sergirtî bi dawî bên û karê legal baştir bibe...

 

Bu yazı toplam 7787 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.