1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Rejîma Sûriyê naxwaze hilbijartina serokatiyê bê kirin
Rejîma Sûriyê naxwaze hilbijartina serokatiyê bê kirin

Rejîma Sûriyê naxwaze hilbijartina serokatiyê bê kirin

Şêwirmenda Siyasî ya Serokê Sûriyê Buseyna Şehban daxwaza mixalefetê li ser pêkanîna hikûmteke veguhêz red kir û got: ‘‘Divê hilbijartina serokatiyê li Sûriyê ku pêwist e Tîrmehê were encamdan, ji ber şer neyê kirin.’‘

A+A-

CENEVRE - Ev gotina Buseyna Şaban di demkê de ye ku Nûnerê Navdewletî û Erebî ji bo Çareserkirina Krîza Sûriyê Exzer Îbrahîmî ragihand ku gera yekem a danûstandinên Cenevre-2 wê roja înê bidawî bibin.

Îbrahîmî tekez kir ku cudahiya navbera herdu şandeyên mixalefet û hikûmeta Sûriyê cudahiyeke gelekî mezine û got: ‘’Ez bawer nakim pêşketinên berçav derkevin holê lê dîsan jî kêfxweş im, ji ber ku hê danûstandin berdewam in û wê roj bi roj qeşa bihele. Herwiha  herdu alî roja înê dê biryarê bidin ka wê gera dûyem a danûstandinan bê kirin yan na.’‘ 

Roja çarşema borî herdu şandeyên rejîm û mixalefetê pêkanîna hikûmeteke veguhêz gotûbêj kirin lê şêwirmenda siyasî ya Esed Buseyna Şaban daxwaza mixalefetê red kir û got: ‘’Gelekî zehmet e ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê jî ji ber şer bên kirin.’‘

Fikra pêkanîna hikûmeteke hevbeş di navbera hikûmet û mixalefeta Sûriyê de ji aliyê mixalefetê ve nayê qebûlkirin ji ber li ser çûna Esed ji ser desthilatê pêdagir e. Berdevkê Şanda Mixalefeta Sûriyê Lûey Safî ji aliyê xwe ve got ku bo cara yekem pirsa pêkanîna hikûmeteke veguhêz li ser maseyê hatiye gotûbêjkirin.

Safî da zanîn ku şanda hikûmeta Sûriyê xwe ji vê pirsê vedize û xwe bi beshkirina pirsa jinavbirina terorê ve mijûl dike. Safî ji civaka navdewletî xwest ku zextê li rejîma Sûriyê bike daku krîza Sûriyê bidawî bibe û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Eger di du rojên bê de pêşketin di danûstandinan de çênebin, divê civata ewlehiya navdewletî tiştekî bike.’‘

 

Bu haber toplam 651 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.