1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Reuters: 200 ciwanên Kurd ji bo cîhadê li Sûriyê ne
Reuters: 200 ciwanên Kurd ji bo cîhadê li Sûriyê ne

Reuters: 200 ciwanên Kurd ji bo cîhadê li Sûriyê ne

Hat ragehandin ku heta niha 200 ciwanên Kurd ji Herêma Kurdistanê bi navê cîhadê çûne Sûriyê û piraniya wan xelkê bajarê Helebceyê ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ajansa Reutersê di nûçeyeke xwe de çîroka jiyana yekî ji wan ciwanan vedibêje ku xelkê bajarê Helebceyê û di nav grûba DAÎŞ’ê de ye, navê wî ciwanî Ako Ebdulqadir e û di şerekî de bi Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) rê hatiye kuştin, Ebdulqadirê 25 salî beriya kuştinê di vîdeoyekê de dibêje: ‘‘Heta ku Kurdistan bi tevahî nebe welatekî Îslamî venagere, û bi alîkariya xwedê vedigerin û di ser laşê we re ber bi Helebceyê diçin.’‘    

Herwiha Partiyên Kurdistanê tehdîd dike û dibêje: ‘‘Li benda me bin.’‘ Ako ku tenê du mehan li Sûriyê dimîne, DAÎŞ’ê di daxuyaniyekê de kuştina wî di şerê bi YPG’ê re radighîne. Berprsekî ewlekariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nexwest navê wî bê belav kirin got: ‘‘Pirsgirêkeke gelekî mezin e, tirsa vê heye ku ew ciwan li dijî Herêma Kurdistanê bên bikar anîn’. Li gor heman raporta Reutersê, 40 kes ji wan ciwanan ji Sûriyê vegeriyane Herêma Kurdistanê, yek ji wan ciwanan dibêje: ‘‘Ez çûme Sûriyê ku bêm kuştin û di rêya xwedê de kar bikim, ola min beriya Kurdbûna min e û ez li gor bingeha ola xwe biryarê didim.’‘

Reuters di beşeke din ya raportê de aşkera dike ku piraniya wan ciwanan xelkê bajarê Helebceyê ne û li Sûriyê navê wan Tora Bora ya biçûk e.

 

Bu haber toplam 652 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.