1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. 'Rêveberiya herêmî dê Bakur bigîne xweseriyê’
'Rêveberiya herêmî dê Bakur bigîne xweseriyê’

'Rêveberiya herêmî dê Bakur bigîne xweseriyê’

Di mîtînga li Giyadîna Agiriyê Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, diyar kir ku dê di hilbijartina 30'ê Adarê de gelê kurd hilbijartinê bikin referandûm û bi rêveberiyên herêmî xweseriba Bakur ava bikin.

A+A-

AGIRÎ - Gera parlamenterên BDP'ê ya Serhede ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de 3 roj berê li Bedlisê dan destpêkirin berdewam dike. Heyata BDP'ê ku 5 parlamenterên 3 hefte berê hatin berdan jî di navde li Navçeya Giyadînê ya Agiriyê beşdarî mitîngê bûn. Parlamenterên BDP'ê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Îbrahim Ayhan û Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, li navçeya Gîyadînê ya Agiriyê ji aliyê girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Parlamenterên BDP'ê Halil Aksoy û rêveberên BDP'ê jî tev li karwanê bû. Piştî karwanê BDP'ê bi girseyî li Giyadînê hat pêşwazîkirin, girse li ber avahiya PTT'ê ya Giyadinê kom bû. Li vir liser navê heyeta BDP'ê Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, anî ziman ku hişmendiya ew avêtin zindanê difikirîn ku vîna wan bişkîne, lê hatin xapandin û wiha got: "Em dîsa di nava gel dene û em dîsa li kolanan in. Gelê kurd dê bi vê sekna xwe ya wêrek, di serî de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bike. Îro Gelê Rojava bi paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan xweseriya xwe ya demokratîk îlan kirin. Niha Kurdistana Rojava ji bo hemû gelê kurd bû hêvî. Ji bo hemû gelê kurd û gelê bindest bû hêvî. Em bawer dikin ku hilbijartina 30'ê Adarê dê bakur bigihîne xweseriya xwe. 

Di pêşwazîkirina ku vegeriya mîtîngê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" hat gotin. Yildirim, anî ziman ku namzeta BDP'ê ya Giyadînê Hazal Aras emanetî gel e û ew bawer dikin ku dê rêveberiya herêmî bi dest bixin. Piştî mitîngê girse ber bi avahiya BDP'ê ve meşiyan. Piştî meşê Parlamenter derbasî Îdirê bûn. 

Bu haber toplam 565 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.