1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Rêveberiya Kantona Kobanê di 27’ê Çile de tê îlankirin
Rêveberiya Kantona Kobanê di 27’ê Çile de tê îlankirin

Rêveberiya Kantona Kobanê di 27’ê Çile de tê îlankirin

Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ji bo nirxandina xebatên îlankirina rêveberiyê civiya. Biryar hate girtin ku rêveberiya kantonê di 27’ê Çile de bê îlankirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

Kobanê- Civîna ku 61 endamên Meclîsa Qanûnsaziyê beşdarbûn bi rêz girtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê navên endamên meclîsê hatin xwendin. Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir û li gorî çavkaniyên herêmê di civînê de mijarên wek "guhertinên di desteyan de bêne kirin û têkiliya wan a bi Kantona Cizîrê re, avakirina komîteyek hiqûqî ji bo sererastkirina rêziknameya Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî, nirxandina qanûna hilbijartinan, xwendina rapora Serokê Meclîsa Qanûnsaziyê Enwer Mislim ku bi avakirina 22 desteyên rêveber hatibû erkdarkirin" hatin nirxandin.

Di encama nirxandinan de Qanûna Hilbijartinan hate erêkirin, her wiha komîteyek hiqûqî ji bo sererastkirina rêziknameya Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî ku ji 3 kesan pêk tê hate avakirin. Piştî nirxandinan, biryar hate girtin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê di 27’ê Çile de bê îlankirin.

Li gorî çavkaniyên ku ji herêmê hatin girtin piştî îlankirinê wê li ber avahiya Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê şahiyek pîrozbahiyê bê lidarxistin. Di civînê de her wiha teqîna li Dêrikê û qutkirina xeta ceryanê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve ku li ser Kobanê, Sirîn û Şiyox hatibû qutkirin jî hate şermezarkirin.

 

Bu haber toplam 623 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.