• Diyarbakır24 °C
  • Batman19 °C
  • Mardin23 °C
  • Bingöl17 °C
  • Bitlis14 °C
  • Elazığ18 °C
  • Erzincan20 °C
  • Şanlıurfa24 °C
  • Erzurum11 °C
  • Ağrı14 °C
  • Gaziantep21 °C
  • Hakkari14 °C
  • Muş14 °C
  • Siirt19 °C
  • Van18 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
'Rêveberiya Rojava wê bibe bingeha demokratîkbûna Sûriyê'
07 Ocak 2014 Salı 12:26

'Rêveberiya Rojava wê bibe bingeha demokratîkbûna Sûriyê'

Sekreterê Partiya Aştî û Demokratiya Kurd li Sûiryê û Endamê Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî Telal Mihemed diyar kir ku civîna Meclsîa Çêkirina Qanûna civîneke dîrokiye û dê bibe bingeha avakirina sîsetemeke demokratîk ji sernserî Sûriyê.

QAMIŞLO– Sekreterê Partiya Aştî û Demokratiya Kurd li Sûriyê û Endamê Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî Telal Mihemed derbarê civîna Meclîsa Çêkirina Qanûna ku duh li bajarê Amûdê hate lidarxistin de daxuyaniyek niviskî weşand. Mihemed di daxuyaniya xwe de diyar kir ku civîna Meclîsa Çêkirina Qanûnan, civeke dîrokiye û wekî dawî anîna li qonaxa amedekar û destpêkirina qonaxeke nû ya demokaratîk ku dê hemû pêkhate cihê xwe tê de bigirin bi nav kir. Mihemed, destnîşan kir ku nimûneya  xweseriya demokratîk dê bibe nimûneya Sûriya pêşerojê û wê bingeha demokratîkbûna Sûriyê bîne holê.

Mihemed, da zanîn ku rêvberiya xweseriya demokratî li herêmên Rojava ku di nava 3 salên şoreşê de karîbû xwe biparêze û  li ser sesasê jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan de xwe bi rêve bir.

Mihemed, bal kişan ser civînê û diyar kir ku civîn li hember hemû cûreyên êrîşan û bi taybet yên çapemeniyê ku li dijî pirojeya rêveberiya xweseriya demokaratîk pêk dihatin pêk hat. Mihemed, got ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku di van deman de li dijî herêmê pêk tên ne tesadifin û got:'' Êrîşên zêde ku li dijî destkeftiyên pêkhateyên Rojava em xistine bin berpirsyariyeke dîrokê de.''

Mihemed, di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku îradeya azad a pêkhateyên Rojava û qehremaniya hêzên YPG'ê sînor ji êrîşan re danî û endamên civîn jî berdewam destkeftiyên YPG'ê bûn.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim