Rewşa şivanê ku rastî êrîşa hirçekî hat xedar e

Rewşa şivanê ku rastî êrîşa hirçekî hat xedar e
Li Tatlisûya gundê Hîzanê şivanek rastî êrîşa hirçekî hat û di encamê de şivan birîndar bû.

BITLÎS  - Li Tatlisûya gundê Hîzanê şivanek rastî êrîşa hirçekî hat û di encamê de şivan birîndar bû.

Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, şivan Abît Elpeyê 59 salî yê ku li Tatlisûya gundê Hîzanê dijî, dema ku li ber pêz bû rasî êrîşa hirçekî hat.Di encama êrîşê de Elpe ji gelek ciyên xwe birîndar bû. Bi midaxeleya kûçikê gurêx hirç revî û şivanê ku ji mirinê filitî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê.

Piştî midaxeleya li nexweşxaneyê, Elpe neqlî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.