• Diyarbakır22 °C
  • Batman24 °C
  • Mardin21 °C
  • Bingöl20 °C
  • Bitlis16 °C
  • Elazığ20 °C
  • Erzincan17 °C
  • Şanlıurfa26 °C
  • Erzurum14 °C
  • Ağrı17 °C
  • Gaziantep22 °C
  • Hakkari13 °C
  • Muş18 °C
  • Siirt21 °C
  • Van13 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Rewşa xwendekarê li Afyonê rastî êrîşa nijadperestan hat giran e
05 Ocak 2014 Pazar 14:45

Rewşa xwendekarê li Afyonê rastî êrîşa nijadperestan hat giran e

Xwendekarê zanîngeha Kocatepe ya Afyonê Halil Çeçen ku rastî êrîşa ulkucuyan hat û 4 rojin di komayê de ye rewşa wî giran e.

AFYON - Di 2'ê Çile de li Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê komek nijadperest ku ji nêzî 50 kesan pêk dihat, êrîşî xwendekarê kurd Halîl Çeçen ê pola 1'emîn a Beşa Radyolojiye kiribû. Di êrişa bi kêran de Halil Çeçen bi giranî birîndar bûbû û 4 rojin di komayê de derman dibe. Çeçen ku rastî êrîşa kêr û daran hatibû ji serê xwe ve darbeya giran xwaribû û 4 saetan di emeliyatê de mabû. Heta niha doktoran der barê tenduristiya Çeçen de agahî nedane. Têkildarî êrîşa li dijî Çeçen û 5 hevalên wî tenê 3 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Dozgerê Komarê yê Afyonê tenê der barê 3 kesan de bi sedema "Bi zanebûn mirov birîndra kirine" doz vekiriye.

Li aliyeki rewşa Çeçen ku li nexweşxaneyê tê dermankirin hêj giran e, li aliyê din bavê Çeçen Îbrahim Çeçen 4 rojin li nexweşxaneyê radiweste û li benda başbûna kurê xweye. Bav Îbrahîm Çeçen, diyar kir ku berpirsiyarê êrîşa li dijî kurê wî Midûrê Polîsan ê Afyonê û Waliyê Afyonê ye û wiha got: "

'Dozger û polîs katilan vedişêre'

Bavê Halîl Çeçen Îbrahim Çeçen, anî ziman ku ji bo xwendinê kurê xwe şand zanîngehê û ji ber ku kurê wî kurd bû rastî êrîşa nijadperestan hat û wiha got: "Niha rewşa hemû xwendekarên kurd wekî rewşa kurê min Halil e. Hemû xwendekarên kurd di bin gef û tundiya nijadperestan de dixwînin û rewşa tevan di talûkeyê de ye. 50 kesan êrîşî kurê min kir. Lê dozger tenê der barê 3 kesan de doz vekiriye. Dozger kujer û êrîşkaran diparêze û vedişêre.

Malbat di bin tacîzê dene

Çeçen, da zanîn ku zarokên wan di bin gefan de zanîngehê dixwînin û ewlehiya zarokên wan tune û wiha got: "Rayedar çima bêdeng in. Gelo li benda kuştina zarokên kurdan in ango dixwazin zarokên kurdan Afyonê terk bikin? Em ji roja hatine vir heta niha di bin tacîza polîsan dene. Malbat li vir di bin tacîza polîsan de ne. Polîs ji malbatan de re dibêje hûn dê çend rojan çiqasî li vir bimînin?"

'Em bêçare radiwestin'

Çeçen, anî ziman ku rewşa kurê wî hêj giran e û talûke ji ser xwe neavêtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rojê tenê ez dikarim biçin nîv saetê kurê xwe bibînim. Malbata me perîşan bûn. Piştî walî hat nexweşxaneyê, doktor der barê rewşa kurê min de agahî nadin me. Em dizanin ku rewşa wî nebaş e." Çeçen, bang li hemû malbatên kurd kir û xwest li pişt zarokên xwe derkevin û li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim