Rêya çûnûhatinê hat girtin.../Operasyonê destpêkir
Yayınlanma:
Güncelleme:
Rêya çûnûhatinê hat girtin.../Operasyonê destpêkir
Li navçeya Licê ya Amedê operasyoneke berfireh destpêkir.
Li 13 tax û gundên navçeya Licê qedexeya derketina derve hat îlankirin û rêya çûnûhatina navçeyê jî hat girtin.
Walîtiya Amedê bi hêceta ku li herêmê gerîlayên PKKê hene qedexeya derketina derve îlan kir.
Qedexe li gundên Ymaçli, Buyukçag, Saydamli, Bayirli, Seyrel, Yeşilburç, Konuklu, Kiliçli, Akçabudak, Yorulmaz û Baharlar îro saet 10.00 dest pê kir dê heta fermanek duyem a ji aliyê Walîtiya Amedê bidome.
Operasonke berfireh ji aliyên hêzên Tirkiyê ve li herêmê destpêkir.
Hefteya borî jî bo heyama 24 saetan qedexeya çûnûhatine hatibû ragihandin.
Di çarçoveya operasyonên de firokeyên şerî yên Artêşa Tirkiyê çolên wê deverên bombebaran kiribûn.
Resmi İlanlar
Güncel
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.