1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. "Roja Ava Vexwarinê" li Cîhanê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

"Roja Ava Vexwarinê" li Cîhanê

A+A-

Nifûsa Kurdistanê zêde dibe. Ji bo ku ava vexwarinê têra neslên nû bike divê tedbîrên cidî bêne pê.

"Serê Kaniyê", li herêma Omeriya mêvan im. Mezin û nasên gund re derdikevim gera dora gund. Kaniyên ziwa û kêmav bala min dikşînin. "Berê ne wisa bûn. Gund şîntir bû û kanî bêhtir diherikîn", dibêjin. Ziwabûna kaniyan, gol û çeman ne bûyerek nû ye. Heman çîrok li gelek welatan, tê dubarekirin. Gazin û endîşe zêdetir dibin.

Berê, ji ber kêmbûna ava vexwarinê, rewşa Mêrdîn û Midyadê nebaş bû. Demek e bi saya "Ava Spî" li Bûnisra Nisêbînê, pirsgirêka bajarên cînar çareser bûye. "Ava Spî" bêdeng diherike. Lê birayê wê, "Çemê Bûnisra" sînyalên neyênî dide. Heta 30 sal berê jî, bi cok û kanalan jiyan dida erdên dora Nisêbînê û Qamişlo. Lê îro ava çem rojbiroj kêmtir dibe.

Li gelek gundan, di nava erdan de bîrên kur didine kolandin. Ava bingehîn ku erdê hêwî dihêle, dikşînin jor û erdan av didin. "Çolbûna erdê, bi ziwabûna ava bingehîn dest pê dike!", şiyar dikin nasên pirsê.

Li bajaran, ava vexwarinê ji bo avdana bexçeyan, avakirina xaniyan, reşandin û şûştina kolanan bikar dihênin. Wisa xuyanî dike ku, nirxê ava vexwarinê zêde nehatiye fêmkirin.

Ji bo parastina ava vexwarinê, pêwîstî bi siyasetek emir dirêj heye. Sîstemek nûjen ku, ne bi berjewendiyên partiyan ve girêdayî û ne jî şaredar an parlementer tesîrê lê bikin pêwîst e.

Li gelek welatan kaniyên ava şêrîn roj bi roj diçikin an kêmtir dibin. Li gorî saziya "Water Aid"ê zêdeyî 768 milyon mirov ji ava paqij mehrûm in. Ji bo ku jin xwe bighêjînin ava paqij, rojê 10 km dimeşin. 2000 zarok ji ber vexwarina ava qirêj, zikê wan diçe û dimrin. Li Accra Ganayê nirxê ava vexwarinê sê caran ji New Yorkê buhatir e. Pir eşkere ye ku xeterên mezin li pêşiya mirovahiyê ye. Lewma Netewên Yekgirtî-NY di 1993 an de, 22 Adarê, "Roja Avê" îlan kir. NY dixwaze, mirov dest bidin hev û ji bo parastina ava vexwarinê hevkarî û xebatê bikin.

Jibîr nekin: Bi avê domandina jiyanê mumkûn e. Ava vexwarinê biparêzin û ji bo bikaranînek bi pîvan, xelkê ronî bikin...

 

Bu yazı toplam 686 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.