1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Roja evînê bikin hefteya evîndaran
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Roja evînê bikin hefteya evîndaran

A+A-

 

 

Heskirin hîsek pîroz e. Xweda, ji germahiya dil û bi heskirinê, erd û esman xuluqand. Evîn bûye hevirtirşê wê hunera bilind. Têr nake, pênûs nikarin xweşbûn û bedewiya xwezayê binîvisînin. Yezdan, can daye daran, zindî ne. Pelên wê şîn û kûlîlkên xwe rengîn dibin. Ew, bi fêkiyên tamên cewaz û hewa xwe, jiyanê didin dinyê. Derya û dewlemendiyên wê jî wiha. Esman, bi fêde û xweşikbûna stêrik, roj û heyvê gelek sira bi xwe re dihilînin. Di afirandina mirovan, bi taybetî jin ê, lêvên sor, çavên xezal, ên esmer û xwîn şêrîn, bejin zirav û kezîzeran de jî, mezinbûn û bilindiya hunera Yezdan û heskirina mirovan veşartî ye.

Nexwe Yezdan, herdem bi heskirinê nêzî însên bûye/ dibe. Nazik, nazdar û xweşbûna însên, dema afirandinê, bi evîna dilê xwe neqişandiye û form dayê. Li herdu dinya tiştên herî xweş û baş ji bo însên e. Lewra, li benda me û heskirina xwe ye. Ew, heskirina ji mêjî, dil û bedenê heq dike. Tenê heskirina ji dil, mêjî û bedenê dikare me bike yek. Tenê şewata ji dil û hêstirên bo eşqa Yezdan dikare dilê hevbeş bihêne holê, dil bike volkan, rondika bikelîne û bi şewata wê bedenê rapêçe.

Yezdan kaniya evînê û zaniyariyê ye. Ji wê kaniyê vexwin, teşwîkî vexwarina avê bikin. Jiyan bi wê watedar e.

Neteweperestiya însanî, ji heskirina welêt, herêm û cihê xwe tê. Nexwe, heskirina însan, xweza û ajelên welatî giring e. Rêzgirtina dost, meriv û malbatê jî wiha. Mûmkûn e, em hemwelatî mîna hev hizir nekin û cihê bifikirin. Carna neheqiyên me li êkudû bibe. Daxwazî û berjewendiyên me dijberî ê din xuyanî bike. Lê divê neyê jibîrkirin ku ziman, çand, welat û xwîna di rehên me de, yek e. Lewra, neteweperestî, netewîbûn û yekîtiya me, bi heskirinê, heskirina êkudû mumkûn e. Tolerans, fêmkirin û diyalog riya hevfêmkirinê vedike. Hevfêmkirin, kilîla girêdana bi nirxên netewî û heskirinê ye.

Bi qasî xwe, rêzgirtina bawerî û çandên li welêt, giring e. Ew reng û nirxên welatê me ne. Lewra rêzgirtin têr nake. Divê heskirina nav me jî xurt bibe. Ji bo vê jî, divê bi qasî mafê xwe, em, mafê wan jî biparêzin û bibin alîkar.

Neyarê mirov dikarin xedar bin, zalim bin û şûşeya dilê wan derizî be. Mirov û nasên me bi destê wan hatibin kûştin û seqet mabin. Xanî û gundêm me xirap û wêran kiribin. Lê divê neyê jibîrkirin ku, ”xwîn bi xwînê nayê şûştin”. Kîn, neyartî û xwîn rijandin ne karê însana ye. Xuda can daye însên û divê ew emanetê xwe bistîne. Pêwîst e em, dilê xwe, bi derizandin û şikestina şûşeya dilê neqencen re, neşkînin. Dema wext bê, neyartiyê bi cî bihêlin, rêya diyalogê û lihevhatine vekin. Dilên şikestî bicebirînin û pêşerojek ronî ava bikin.

Niha roja evînê ye. Wê bikin hefteya evîndaran. Pêwîstiya me pê heye.

Mem û Zînê bi bîr bihênin. Siyamend û Xecê û Ferhad û Şêrînê jibîr mekin. Heskirin e bingeha serpêhatiya wan. Girêdanên pîroz in. Gelê Kurd bi xêra zimanê xwe î bilind ku, heskirin û girêdana wî dihêne zimên, li ser piya maye. Bidomînin vê adet û toreyê. Hûn jî paya xwe ji eşqê bigrin, hes bikin û eşqên nû vejînin. Jin û mêr, dost û yar, kesên destgirtî, evîndar û dildar, sibê roja we ye. Bêhtir hes ji hev bikin. Girêdana xwe xurtir bikin. Bi evîna dilê xwe, jiyanê bixwe, xweştir û rengîntir bikin. Bê yadîgarî neçin nik hev. Baq bi baq gul û kûlîlkên rengîn, bila bibin şahidên evîn, heskirin û girêdana we. Qûtî bi qûtî şêraniyên xweş di sîniyên zîv û bafûnî de pêşkêşî hev bikin. Xirxal, bazin û guhara bikirin ji kaniyên evînê, yar û dostikan re. Bêhtir hez ji hev bikin. Ramûsanên ji dil bidin hev. Maçên ji lêva bila bibin şahidên evîna we. Hemêzkirina we, bila germahiya herdu dilan bide der. Awirên çavan de bila bavêje rondikên bêrîkirin, hesret û evînê. Bên bikin hinarkên soresêvî, dilê xwe bispêrin hev û bedena xwe li hev bipêçin, bikin yek. Evîndarên li xerîb û xurbetê, dûriyê, li hev bigerin, eşqa xwe bihênin ziman. Bihêlin bila di xeta têlê de lêdanên dilê wê bê hîs kirin.

Bila kes nebêje, mirî najîn, hîs û his nakin. Mirî dijîn, di dilê me de ne. Li metbexê bi me re dixwin. Bi sohbetê me re ne. Bi kêfxweşiya me, dilxweş in. Dema êş û tengasiyê, bi me re hêstiran dibarînin. Mirî û şehîdên xaka pîroz jibîr mekin! Wan ziyaret bikin, lê megrîn! Heskirina xwe bihênin zimên.

Kaniya evînê pêşî Xuda ye, paşê dayik in. Dilê wan jî xweş bikin. Qedrê wan bigrin.

Bi vê hîsê dixwazim bêjim: Roj û hefteya evînê û evîndaran li me teva pîroz be.

 

Bu yazı toplam 932 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.