1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Roja mamosteyan pîroz be
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Roja mamosteyan pîroz be

A+A-


Ez ê ji bîranînên zaroktiyê, qala rojên xweş di dibistana seretayî li bajarê lê mezin bûm, li bakurê welêt ku zimanê perwerdê îro jî turkî ye, nekim. Wê demê, li herêmê, xerabiyên sîxurên dewletê, girtin, îşkence, winda kirin, kûştin, tirs û qedexeya kurdî, bandorek yekser û neyînî li perwerdê û jiyanê dikir. Xwendina heta pola 5 an bi wê psîkolojiyê derbas bû. Tesîra neyînî a "hizirkirina bi turkî" û sûnda "ez turk im, rast go me, şareza me..." îro jî didome. Her çiqas hejmarek ji mamostên me kurd bûn û mirovên baş bûn jî, perwerda bi zorê, dijîtiyek xwezayî li dijî sîstema neteweperest diafirand.

Di vê çarçoveyê de, mamosta min a pêşî dayika min e. Zimanê kurdî jê fêrbûm. Kurdiyek kur û bilind ku her peyvek bi wateyên cewaz barkirî ye. Dikarin bên fêmkirin û lê wergêra wan dijwar e. Xeyal, dîtin, hizirkirin û hebûna min bi kurdî ye. Dayika min ne tenê ez fêrî ziman kirim. Evîndariya xwe, hez kirina ziman, huner û folklora kurdî jî ji min re mîras hişt. 
Dengê dayika min bi şewat û bandor bû. Kilamên bi derd û rondikan barkirî mirov bi xwe re dibir kurahiya dîrokê, serê çiya û zozana. Mijara kilaman li ser zilm û neheqiyên li hemberî jina bû. Gelek caran li ser evîndariyê bûn, kilam û stiranên wê. Hez kirina bê mirad. Zewaca bê dil. Eşqa bê bersiv. Denbêjî û stiranbêjiya dayika min, ji bo min bû. Bi "Mihemedo ronî", "Ha wer delal" ûhwd dest pê dikir û bi kilamek Eyşe Şanê bi dawî dihanî:

"Hey wax dayê, xerîb im dayê
Heywax dayê, bêkes im dayê
Kesek min nema li vê dinyayê

Ez bimrim dayê, dimrim dayê... "

Çîrokbêjiya wê jî hebû û wan bi hunera şanoyî dida der. Rola tevayê lehengên çîrokê dilîst. Kêşera çîrokê mirov dibir cîhana çîrokê, di nav xeyal û fantasiyan de winda dikir. 

Di xwendina navîn, pola 1 de, mirovek sempatîk bû mêvanê me. Bi şiklê axaftinê, tesîr û îknakirina mirovan bala min kişand."Ew Mûsa Anter bû. Sîxurê dewletê herdem wî taqîp dikin. Hatiye girtin, îşkencekirin û di hepsê de maye. Nivîskar û rojnamevan e. Kurdîtiyê dike. Xwarziyê me ye, ji me re dibêje xalo û em dibêjin xwarzê" digot bavê min. 

Piştî lîseyê bêhtir diçûm mala wî, bajaroka Stilîlê. Mîna lawê xwe nêzî min dibû. Ez wê demê rêvebirê rojnameya herêma Nisêbînê bûm. Dihat ofîsa me. Xalê Mûsa ji bo nîvîsîn, hizirkirin û rojnamevaniya bi kurdî bû mamoste û rê nîşanî min da, alîkariya min kir. 

Piştî lîseyê, ji bo rojnamevaniya profesyonel mecalên nû peyde bûn. Min di dema pêşketina meslekî de, rojnamevan-nivîskar Cevat Korkmaz nas kir. Gelekî jêhatî bû. Paşê bi Naci Sapan da nas kirin. Sapan xwedî tecrube bû. Deriyên xwe ji min re vekirin. Bûn alîkarê min. Ji aliyê jîrîtî û zîrekbûna meslekî ve gelek fêda wan li min bû. Mamostên min in. 

Bi van hîsan, ez roja mamostan pîroz dikim. Mamostên min, dayika xwe û Xalê Musa bibîr dihênim. Yezdanê dilovan herduwan bi rehma xwe şa bike û cihê wan buhuşt be. Gelek spas ji dostanî, fedekarî û alîkariya mamostên hêja Cevat û Naci re. 

Rojek têr nake ku mirov qala fedekarî û rola mamostan bike. "Hefteya mamostan" li mamostên kurdî pîroz be. Spas ji we re. Keda we re. Em gelekî ji we hez dikin.

Bu yazı toplam 2766 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.