1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Roja Navnetewî a li dijî Windakirina Mirovan
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Roja Navnetewî a li dijî Windakirina Mirovan

A+A-

 

Çend roj berê, li gelek gelek welatan bi munasebeta ”Roja Navnetewî a li dijî Windakirina Mirovan” beyan hatin belavkirin û çalakiyên cewaz bûn.

Gelo rewş li welatê me çawa ye?

Divê pir eşkere bê gotin: Rexneyên cidî, zelalkirin û eşkerekirina xeletiyên mezin ên ”hêzên me ku desthilatdar in” û ”rêvebiriya herêmên azad” ne hêsan e. Sînorê tolerans û tehemûlê, ne di çarçoveya normên demokratîk de ye. Şexs diyar dikin.
Li welatê me, bi taybetî rojnamegerên lêkolînêr, parêzvanên mafê mirovan, muxalîfên radîkal, mîna duhî, îro jî bi tirs in. Pêşî ji ber zexta li ser xwe a psîkolojîk, helwêstên hevalbendên wan ve, hesas in. Bi riya medya û nivîskarên wan, ku ji pênûsa xwe, kîn dibarin, bi hesab in. Hetanî niha, çend kes ji ber tirs û endîşeyên wiha winda bûne, bar kirine û an reviya ne, ne diyar e. Li ser pirsê lêkolîn û nivîsên hene, hindik in. Lê dest pê bûye û li ser mijarê tê nivîsîn. Divê bê gotin ku, mîna gelek welatan, li welatê me jî, rexnegir ketine ber êrîşan, seqet mane û canê xwe ji dest dane. Malbatên wan mexdur bûne. Ev mijar jî li benda lêkolînê ye.

Li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê welêt, rojnamevan, çalakvanên mafê mirovan û muxalîfên radîkal bi berdewamî û bi şêweyekî sîstematîk ketine/ dikevin ber êrîşa rejîma Iraq, Îran, Suriyê û Turkiyê. Bi hezaran kesên wiha winda kirine. Cihê wan ne diyar e. Gora wan tune ye. Çîroka wan, piştî ji derketina mal an cihê kar dest pê dike. Şopa wan, mîna wan, winda dibe. Kes nizane bê çi hatiye serê wan.

Windakirin û windabûna bi zorê jî bûye. Ji ber girtin, lêdan û provakeyan, mecbûr mane welatê xwe bi cî bihêlin û li derveyî welêt bi cîh bibin. Hejmara kurdên mexdur û bi vî rengî, bi hezaran hene.

Li Cîhanê, windabûn û windakirina dengê muxalîf, rojnamevanên çalak û xebatkarên mafê mirovan, ne tiştekî nû ye. Mîna welatê me, li gelek deverên din buyerên wiha dibin.

Li Suriyê di çar salên dawiyê de, nêzî 85 hezar kes winda bûne, an winda kiri ne. Rejîm weke sucdar tê nîşandan. Ez qala kesên koçber û di şer de mirine nakim. Rojnamevan, muxalîfên radîkal û aktîvîstên mafê mirovan li welêt ketine ber êrîşa dewletê. Jin an mêr, qet ferq nake. Mirov hatine girtin û kes nizane çi hatiye serê wan.

Li Meksîkoyê, ji 2007 an hetanî niha nêzî 25 hezar kes winda bûne. Li Bosya û Hersegovînayê 8 hezar kes, li hêla Srî Lankayê û Gambîayê bi hezaran kes winda ne. Windabûna mirovan li gelek welatan didome.

Kesên winda li welatê me û Cîhanê di bin van kategoriyan de dikarin bibin cihê lêkolînê:
. Rojnameger
. Çalakvanên mafê mirovan
. Sivîlên aştîxwaz
. Muxalîfên radîkal (ne şîdetxwaz)
. Ronakbîr
. Xwendevan

Li welatê me, windabûn û windakirina bi taybetî rojnameger, çalakvanên mafê mirovan û muxalîfên radîkal bi şiklên guhertî didome. Bêdengkirina wan, tê wateya pêlkirina mafê çapemeniya azad û mafê mirovan û xitimandina pêşketina demokrasiyê.

Pêwîst e em ji ber pirsên îdeolojîk û peydekirina sedemên pûç, pêşeroja pêşketina demokrasiya li welatê xwe, mafên çapemeniya azad, mafê mirovan û muxalefeta demokratîk nekin qurban. Çanda ji bo rêzgirtina van mafên bingehîn, xurtir bikin. Netewî an biyanî, zexta xwe li ser hêz û rêvebiran zêdetir bikin, ku ew jî bibin beşek ji vê çandê. Dema pêwîst be, dengê xwe li dijî wan bilind bikin û nerazîbûna xwe bihênin zimên.

 

 

 

Bu yazı toplam 645 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.