1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. "Roja Penaberan" û rapora UNHCR
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

"Roja Penaberan" û rapora UNHCR

A+A-

"Netewên Yekbûyî- Komiseriya Bilind a Penaberan"-UNHCR, bi munasebeta "Roja Penaberan"an, rapora derbarê rewşa penaberan li Cîhanê û bi taybetî jî şerê li Suriyê û Iraqê, mirovên ji ber êrîş û zilma Dewleta ÎSLAMî- "IS" ê direvin, belav kir.

Li gelek welatan, ji ber zilm, tadeyî û misîbetên xwezayî, bi hezaran mirov bajar, gund, mal û milkên xwe bi cîh dihêlin, dikevin riya û dibin penaber. Raporên li ber desta eşkere dikin ku, zêdeyî 50 milyon kes di riya de ne, penaber in.

Li Iraq û Suriyê, serpêhatiyên mîna dest danîna ser keçên ciwan û emir zaro, têra xwe balkêş in. Feleka li wan digerînin, li derveyî pîvanê mirovahiyê ne.

Zarokên ser 12 salî, piştî şûştina mêjî, bombeyan laşên wan dipêçin û di meydana didin peqandin. Beşek ji wan dikin mertal û hinek di îşkenceyan de hilma dawî didin, dimrin. Li Iraqê, nêzî 100 hezar zarok nikarin biçin dibistanê, mîna mêjiyên xwe ên tarî, berê zarokan jî didin nezaniyê û pêşerojek tarî.

Bi êrîşên "IS"ê li dijî bajar û gundan, hejmara mirovên ji Iraqê bûne penaber û derketine derveyî welêt ne diyar e. Hejmara kesên li welatê xwe bûne penaber 3 milyon kes e. 8 milyon mirov ji ber kêmbûna/ nebûna xwarin, vexwarin, cihê man û razanê, rewşa xwe ne baş in.

Rewşa xirap, şer, tehdît, birçîbûn û nebûna ewlekariyê, berê ciwanan dide qada şer. Beşdarbûna şer û şervanî kirine hêvî ku, beşek ji xelkê karîbin tehdîta ser xwe sivik bikin û jiyana xwe bidomînin.

Netewên Yekgirtî- NY hewil dide ku pirsê bi riya diyalogê çareser bike. Lê welat û îdeolojiyên ku komên çekdar fînanse dikin, banga NY ê zêde balkêş nabînin. Ji aliyê aborî û personel ve, organa herî mezina NY- Komiseriya Penaberan di tengasiyê de ye, mecalên hene têr nakin. Bi konferans û bangên xwe, dixwaze bala raya giştî bikşîne. Ji bo rewşa xeter a îro sivik bibe, pêwîstiya UNHCR bi 500 milyon dolarî heye. Lê gelek welat bê deng in û nêzîk nabin ku xwe têxin bin bar.

Yekîtiya Ewropayê dixwaze rê li ber alîkariya diçe ji "IS" ê re bigre. Lê pirs di rojekê de çareser nabe. Çend dewletên ewropî, mîna Almanya û Swêd penaberan qebûl dikin. Lê ên din ne amade ne deriyên xwe ji bo penaberan vekin. Heta niha gelek penaberên xwe bi keştiyan gihandine nêzî sînorên wan, di ava deryayê de winda bûne, fetisî ne.

Çareseriya pirsê ne hêsan e. Lê nakokî heta radeyekî bi mafê mirovan ve girêdayî ye. Gelek netewe, aqaliyet û bawerî di bin zilmê de ne. Ji aliyê hiqûqî, aborî û civakî ne xwedî maf in. Pirsgirêka wan, ji bo teqînên mezin zemînê amade dikin. Dema dipeqin jî, mirov ecêp mayî dimînin û ji nû ve şiyar dibin.

Bêdengî û bêhelwestî pir xirap e. Zilm li kuderê dibe û li çi kes, kom û rangan dibe, divê mirov helwêsta xwe a însanî jibîr meke û nîşan bide. Balê bikşîne ser şaşîtiyê û dengê li dijî zilmê bilind bike. Dema wijdanê mirov rehet be, zilm kêmtir, femkirina hev û toleransa navxweyî zêdetir dibe. 

Bu yazı toplam 724 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.