1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Rojnamevanên Kurd hatin serdana Baydemîr
Rojnamevanên Kurd hatin serdana Baydemîr

Rojnamevanên Kurd hatin serdana Baydemîr

Bi vexwendina Cemiyeta Rojnamevanên Başûrojhilat (GGC) bi mebesta danîna pira Amed-Hewlêrê 25 rojnamevan ji Herêma Kurdistanê hatin Amedê û çûn serîlêdana Şaredarê Bajarê Mezn Osman Baydemîr.

A+A-

Amed (Navenda Nûçeyan) -Li ser vexwendina GGCê ji Herêma Kurdistana Iraqê 25 nûserên werzîşê, şîrovekar û nûçegihan hatin Amedê. Rojnamevanên ku bi mebesta parvekirina ezmûna xwe hatine Amedê serdanek bo Baydemîr pêk anî.

Baydemîr mêvanên xwe bi kulîlkan pêşwazî kirin û kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina wan a li Amedê derbirî. Serokê GGCê Veysî Îpek, diyar kir ku hevdîtinên weha fobiya kurdî dişkêne û pêşdaraziyan berteraf dike. Îpek, di axaftina xwe de bal kişand ku hê jî rojnamvan ji ber fikrên xwe li zindanê ne û xwest ku hevalên wan demildest bêne berdan. Îpek, da zanîn ku ligel rojnamevanên mêvan li Şaredariya Peyasê turnuvaya futbolê li dar xistine.   

Baydemîr di axaftina xwe de diyar kir ku ser rûyê erdê yek e û tixûb bêwate ne û weha got, “Di dilê mirovahiyê de sînor tune ne. Bawer bikin, spor yek ji wan hêmanan e ku herî pir sînoran ji navê radike. Werzîş aştî ye, biratî ye. Ev xebata we jî dê piştevaniya aştiyê bike.” Baydemîr xwest ku ev hatin û çûyînên navbera Herêma Kurdistan û Bakur de zêde bibin û xwest ku rojnamevanên Amedê jî li Hewlêrê bêne pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê serperiştê şandeya Başûr Huner Omer tabloyek diyarî Baydemîrî kir û bi hev re wêne girtin. Baydemîr jî pirtûkên ku Amedê didin nasandin diyarî mêvanên xwe kirin.  

 

Bu haber toplam 610 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.