1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Rojnameya Tigris
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Rojnameya Tigris

A+A-

Demek e ku di Tigrisê de, ji qûncika xwe dinivisînim, bi nûçe û hevpeyvînan bi we re me. Ji têkiliyên xwe û raçavkirina naverokê, pêşketinan ji nêz ve dişopînim. Tigris xurtir dibe, baştir tê belavkirin û naveroka wê hêdî hêdî bersiva giştî dide. Tigris, hêviyê dide mirovî. Dixwazim vê hêviyê bi re parvekim.

Navenda rojnamê di dilê welêt, li Amedê (Diyarbekir) ye. Rojane, bi 20 rûpelên rengîn, giraniya xwe bi kurdî û beşek jê bi turkî derdikeve. Di çapxaneyên modern de çap dibe. Ne tenê li Amedê, bi giştî, li bajarên mezin yên li bakurê welêt belav dibe.

Rojnameya Tigris di rêvebiriya Naci Sapan û Mehdi Tanaman de weşana xwe didomîne. Bi mamoste Naci re di dema xortaniya xwe de xebitî me û şêweyê xebata wî ji bo min ne xerîb e. Min birêz Mehdi carekî dîtibû. Herdû jî ji aliyê rojnamevaniya lêkolînêrî xwedî tecrûbe ne. Ji hêla meslekî ve zîrek in, dûrbîn in, zûbîn in, li ser mafê xwendevanan û pirsên exlaqî xwedî pîvanên hemdemî ne. Herêmê baş nasdikin û xebata wan dê sûdên baş bighêjîne rojnamê û xwendevanan.

Di rojnamê de giraniya kurdî zêdetir dibe. Hizirkirina bi kurdî bihêztir dibe. Kar li ser esasê rojnamevaniya lêkolînêrî, ya çandî û herêmî tên kirin. Helwêsta rêvebiriyê li ser pirsgirêkên herêmê erênî ye. Ne aliyê şer in, aştîxwaz in. Ji peydekirin û sorkirina nakokiyên navxweyî, xwe dur digrin û riya biratiyê û aramiyê nîşan didin, diparêzin.

Nivîskarên hêja û nasdar ji quncikên xwe, bi mijarên cewaz, tecrube û dîtinên xwe bi xwendevanan re parvedikin. Bi perspektîv, pêşniyazên dewlemend û rengîn balê dikşînin. Mehmet Mercan, Şehmus Diken, M. Emin Yaşa, Nurcan Baysal, Suleyman Çiftçioglu, Şahin Dogan, Şerif Kaplan, Çetin Çeko û yên din rojnamê bihêztir dikin.

Ji bo hemêzkirina gazin, rexne û pêşniyazên xwendevanan, pêşwazîkirina pêşniyazên nû, reklam, belavkirin û hêsankirina têkiliyên navxweyî û derve, "Nunertiya Weşanê" mîna ombudsmanekî dixebite.

Dema xebat wisa bidome dê baweriya bi Tigris zêdetir û hejmara xwendevanan pirtir bibe. Dê bibe deng û çavê xelkê û cidîyeta wê li derve jî derkeve pêş. Ji dengê Amedê bêhtir dibe dengê herêma xwe.



 

Bu yazı toplam 756 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.