1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Rojnameya Tigris de giringiya kurdî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Rojnameya Tigris de giringiya kurdî

A+A-

Rojnameya rojane Tigris, li dilê Kurdistanê Amedê bi kurdî û turkî weşana xwe didomîne. Destpêkê li Amedê belav dibû. Îro li tevayê bajaran belav dibe û tê xwendin.

Dema Tigris dest bi weşanê kir, dikarîbû giraniyê bida kurmancî. Lê plana kar û xizmeta bi diyalektên din jî hebû. Navenda rojnamê, ji bo ku planê bîne pê, amadekariyên xwe beperêş dibe û gav bi gav nêzî armanca xwe dibe. Wiha xuyanî dike ku, kurd, bi taybetî aliyê Dersim, Bîngol, Palu heta tixûbê Erzingan û Qoçgîriyê dê di demek kin de karîbin rojnamê bi dimilî (zazakî) jî bixwînin.

Tigris, pêşketinên li rojavayê Kurdistanê, mîna dûhî, îro jî ji navenda xwe û cihê buyerê, bi xebatkarên xwe ji nêz ve dişopîne. Bi taybetî dema êrîşên li dijî Kobanî û berxwedana şervanên kurda li hemberî ISIS ê, li cihê buyerê bû û ji destê yekem raya giştî agehdar kir.

Şopandina pêşketinên li rojava giring e, divê bidome û bê nivîsîn. Ne tenê nivîsîn, belavkirina rojnamê li rojava jî tê rojevê.

Tigris, herêma Kurdistanê ji nêz ve dişopîne. Pêşketin, buyer û xeterên xuyanî dikin dike mijar. Li ser têkiliyên bi derve û navxweyî hur dibe. Giringiyê dide azadî û pêşketina li herêmê.

Tigris bi sînor be jî, li Herêma Kurdistanê belav dibe û tê xwendin. Bi qasî diyalektên din, giringiyê dide soranî û mecalên weşana bi soranî ji xwe re dike karê lêpirsînê.

Pir giring e ku, bi taybetî li bajarên bakurê welêt, hejmara xwendevanên kurdî û axaftina bi kurdî zêdetir bibe. Kurdî bibe zimanê xwendinê, bazarê û malê. Divê ferheng û kitêbên perwerdê zêdetir bibin.

Gelek sazî û weşanxane karên baş dikin û valabûna heye dadigrin. Tigris jî, bi belavkirina "Ferhenga Kurdî" tevlî qonaxê dibe. Ferhenga Kurdî destpêk bû. Bi hevkariya pispor û mamosteyan dê xebatên nû bi xwendevanên xwe re parveke û bixe xizmeta zimên de.

Tigris, gav bi gav, zêdekirina rûpelên kurdî daye pêşiya xwe. Li ser form, reng û nûçevaniyê metodên modern diceribîne. Zêdebûna rûpelên kurdî û gera li rojnameyek hemdemî dê bidome.

 

Belê, notên ji sohbeta bi rêvebirên rojnameya Tigris re, axaftinên li ser biryar, dîtin û planên wan ji bo pêşeroja Tigrisê, bi kurtî wiha bû. Em serkevtina wan dixwazin...

Bu yazı toplam 590 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.