1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Rola agehiyên bilez û yekser derbarê rûhî giring e
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Rola agehiyên bilez û yekser derbarê rûhî giring e

A+A-

 

Psykoterapîst Dîlay Aksak:
 

Gabar Çiyan

Şexsî û taybetî ye, psykoterapiya bi axavtinê. Ji bo bersivdayîna nakokiyên hîsî û normên danûstandinê ye. Teknîka, başbûn û parastina siheta mirovî esas digre, ye. Tê wateya, dermankirin û rihetkirina rûhî. Psykoterapî, bi têkili û danûstandina bi hîs û hizirkirinê dibe. Teknîka eşkerekirin û ronîkirina nakokiyên kur, di rûhê însên de ye. Armanca wê, sivik kirin û rakirina endîşe, tirs, şik û xemgîniyên kur e. Tevlîbûna jiyana normal, ahengdarî û pêşketîna şexsî dihêne pê.

Psykoterapîska kurd Dîlay Aksak berî bi demek e kin li Stockholmê hesabek facebookê wekir. Li ser rûpelê wê, niqaşa pirsgirêkên rûhî, yekser û bilez dest pê kir. Şêwirmendiya bêheq, anku belaş ji bo xelkê, bala gelek mirovan dikşîne. Em çûn serdana Xanim Aksak û bi wê re li ser projeya wê axivîn. Fermo hevpeyvîna pê re.

Ji kerema xwe re hinekî qala xwe bike. Dîlay Aksak kî ye?
Dîlay Aksak:
Bi eslê ji hêla Wan ê me. Li Swêdê, bajarê Stockholmê dijîm. 25 salî me. Bi karê psykoterapiyê mijûl im, anku psykoterapîst im. Min ”zaniyariya rabûnûrûniştinê” (ilmê lebt û nêzîkbûna însên) xwend, her wiha perwerdeya terapiyê jî qedandiye.

Psykoterapîsta bi dîplome û axêvkar çi karî dike?
Dîlay Aksak:
Bi şexsan re derbarê pirsgirêkên rûhî diyalogê dihêne pê. Rewşa wan analîz dike û bi agehdariya piralî dibe alîkar. Bi agehdarî, anku şêwirdariya me, dikare pirsgirêkan baştir fêm bike û çareser bike.

We berî niha xebatek bi wate da dest pêkirin. Hinekî qala projeya xwe bike?
Dîlay Aksak:
Min, di dema xwendina xwe de, hewil da, cî û nirxê terapiyê ji bo însên, baştir fêm bikim. Di heman demê de, têkiliyên min bi endam û xebatkarên komele û saziyên çandî û civakî re baş bû. Di dema sohbetên bi wan re, têgihişt im ku, pêwîstî bi terapîstên ser xeta internetê, di medya civakî de çalak in, heye. Ez qala terapîstên profesyonel, modern ku li gorî demê tevdigerin û bersivê bidin pêwîstiyên bilez, dikim. Min pêwîstî dît û ji bo bersivdayînê hesabek Facebookê vekir. Ji wir bi swêdî, em bersivê didin pirsên kesên hewcedar.

Lê ev gava me ya yekê bû. Anku xizmeta pêşî a bêheq, anku bepere bû. Armanca me a duwê ew e ku karîbin heman xizmeta xwe bi gelek zimanan bikin. Swêd weletek pirçandî ye. Pêwîstiya terapiya bi pirzimanî, yekser û bilez (acîl) zêdetir dibe. Daxwazî, di nav biyaniyên li Swêdê, nû an swêdî nezan de, zêdetir tê zimên. Bi avêtina vê gavê re, em ê karîbin destê xwe ên alîkariyê dirêjî wan jî bikin.

Kesên hewcedariya xwe heye, wê çawa bi we re têkiliyê deynin?
Dîlay Aksak:
E-posta me herdem wê vekirî be û bersivê bide wan. Kesên bixwazin bi nivîsînê têkiliyê deynin bila ji e-posta me re bişînin: radgivning@hotmail.com

Weke ku hate qalkirin, em giraniyê didin têkiliyên ser rûpela Facebooka xwe. Fermo navnîşana wê: Gratis rådgivning av samtalsterapeut

 

 

 

Bu yazı toplam 775 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.