1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Romanek nû: Evîna Bêcirekî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Romanek nû: Evîna Bêcirekî

A+A-

                                 

 

- Di romana te du çiroken eşqê hene ku êkudu temam dikin. Lê çîroka Riza û Ebruyê têra xwe balkeş bû? Xurtiya çîroka evîna wan kurt be jî bi balkêşî derdikeve pêş. Dîtina te çiye?
Serkan Brûsk: Roman çîroka evîna yekalî û zehmetîyên jiyana rojane ya Merdan vedibêje. Li kêleka evîna wî ya beramberî keçxala wî Perîyê ya trajîk çend çîrokên din ên evînî jî hene. Ya bav û dayika Merdan, evîna çîrokî ya ku Merdan dibêje, ya Riza û Ebrû, bi kurtî jî be ya Sîpan heye.

Evîna bav û dayika Merdan evîneke kilasîk a kurdewarî ye. Bi carekê re diqewime û bi revandinê bi dawî dibe. Kalikê Merdan bi awayekî kurdewarî ya klasîk tevdigere û dixwaze meselê bike meseleya namûsê. Lê kurê wî yê şoreşger bi ya bavê xwe nake. Di dawî yê de kalikê Merdan ji ya xwe nayê xwar lê bi ya wî jî nabe.

 

Evîna Merdan û Perî jî di bin sîha vê evînê de dimîne. Koçkirina wan a Stembolê ya ji nişkê de, Merdan dixe nava lêgerînê û di wê demê de evîna Perîyê ji bo wî dibe hêvî. Lê Perîya ku di bin tesîra çandeke arabesk de maye û bûyereke evînî-xapandinî di serê wê re derbasbûye, birîndar û li dijî malbata xwe kîndar e. Bi vê tesîrê tev digere...

 

Lê ya Riza û Ebrûyê cuda ye. Ew xwendevanê zanîngehê ne. Ebrû elewî û polîtîk e lê Riza sûnî û apolîtîk e. Her du jî ji bajarê Çorimê ne ku lê şerê di navbera her du mezheban de pêkhatîye...

 

Di encama vê evîn û zehmetîyê wê de Riza polîtîze dibe û evîna xwe ya dilşewat ji xwe re dike felsefeya jîyanê û bi vî awayî bîranîn û evîna xwe bi rêya pêkanîna xeyalên Ebrûyê zindî dihêle.

 

Di romanê de hemû evîn xwedî xwendineke taybet in û hev du temam dikin lê ji ber  evîna Riza û Ebrû di beşeke romanê de têvegotin û bi awayekî trajîk zû bidawî dibe, berî ku çîroka giştî biqede bi mirov wisa tê.


- Temayen romanên te bi giranî eşq e. Sedemên taybetî ji bo hilbijartina tema aşqê çine?

Serkan Brûsk: Di çarçoveya evîna Riza û Ebrûyê, Merdan û Perî de ez evîndar nebûme. Jixwe evîna wan evîneke hûnerî û afrênerî ye. Bi min evîn tevgera herî bi wate ye ya ku mirov dike mirov û jîyana me ya ferdî û civakî bi wate dike. Jîyaneke bê evîn mîna tu baxçeyekî ji gul û kulîlkan, ji av û kanîyan, ji minminîk û çûkan rût bikî û veguherînî çoleke ji qum û xîz û seqemê.

 

Wekî din jî, evîn bi maxdûr û dilşayên xwe derîyê cîhana hestan li pêşîya me vedike. Yanî evîn bi qasî lihevhatin û şadî ye ew qasî jî dijberî, nakokî û girî ye.

 

- Roman pariyekî siyasî bi min hat. Anjî bandora bûyeren dema îro pir lê bûye. Çima?

Serkan Brûsk: Ji bo naskirina hem takekes û hem jî fêmkirina civatan hinek dem, mekan û bûyer gelek girîng in. Salê heyştêyan ji bo guhertina civata kurd û têkilîyên wan bi miletên din ên cîranê wan re diyardeyên gelek taybet û balkêş pêşkêş dikin. Civata kilasîk a kurd û ya nû, destêwerdanên derveyî û hundirî, koçberî û jiyana li metropolan, êşên civakî û têkoşîna azadîyê.

 

Bûyereke qaçaxê hemû jîyana Merdan diguhere. Wî di Stembolê re derdixe û davêje pêsîra evîneke mirinî û bavê wî jî dike girtîyekî sîyasî...

 

Li vir baş xuya dike bê sîyaset çawa xwe di hemû cure têkilîyan kurdan re dide der û tesîrê lê dike.


- Em te ji helbestên te nas dikin. Lê niha aliyê romanivîserî derdikeve pês. Tu xwe li kuderê û çawa binav dikî? Çima?

Serkan Brûsk: Helbest ji bo min evîna destpêkî ye. Dê wisa jî bimîne. Tesîra helbestê li ser pexşana min gelek xurt e. Berhema min a bi navê Mextel (helbest-pexşan) mînaka vê ya herî berbi çav e. Zimanê Mextelê ji bo min astek e ku ez bi derfetê helbestê gihamê.

 

Lê di Evîna Bêcirekî de min gelek hewlda ez zimanekî sade lê peyambar bikar bînim.

 

Ku ez ji xwe re bêjim ez helbestvanekî romanivîs im? Ez xwe wilo his dikim.

Serkan Brûsk: Li Serê Kaniya Omeriya hatiye dinyê. Xwendina seretayî li Nisêbînê û li Izmîrê mîmariya peyzajê xwendiye, lê ji pirsên siyasî zanîngeh temam nekiriye. Li Swêdê dijî. Destana Peyvên Talankirî, Sê Terîş kitêbên wî ne. Kitêbên Pelle û Moa, Madiken, Ciwanên îro, Şahînşahê Potekîz ê ji swêdî wergerandine kurdî.(QEDİYA…)

 

 

Bu yazı toplam 1235 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.