• Diyarbakır18 °C
  • Batman19 °C
  • Mardin22 °C
  • Bingöl16 °C
  • Bitlis11 °C
  • Elazığ16 °C
  • Erzincan16 °C
  • Şanlıurfa20 °C
  • Erzurum11 °C
  • Ağrı12 °C
  • Gaziantep19 °C
  • Hakkari13 °C
  • Muş13 °C
  • Siirt19 °C
  • Van11 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Rûsyayê piştrast kir: Rojavayê Kurdistanê nûnertiya xwe vedike
06 Şubat 2016 Cumartesi 14:53

Rûsyayê piştrast kir: Rojavayê Kurdistanê nûnertiya xwe vedike

Kantonên Rojavayê Kurdistanê, nûnertiya xwe li Rûsyayê vedikin. Hikûmeta Mosko jî ev yek piştrast kir. Pisporekî Rûs jî dibêje, Rûsya dixwaze bi vê yekê xeletiya xwe li hember kurdan sererast bike.

 

 

Roja 10ê vê mehê, PYD û kantonên Rojava dê nûnertiya xwe li paytexta Rûsya-Mosko vekin. Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya, Mariya Zaxarova jî ev yek piştrast kir.

 

Nûnerê PYDê li Mosko, Ebdulselam Elî jî dibêje, bi vekirina nûnertiya kantonan li Rûsyayê, dê qonaxek nû di xebata kurdan de dest pê bike…

 

Ebdulselam Elî da zanîn, di merasima vekirina nûnertiyê de dê nûnerên partiyên Rojavaêy Kurdistanê, nûnerê Partiya Dadê ya Rûsya, nûnerê Wezareta Derve ya Rûsya û nûnerên hinek balyozxaneyên welatên biyanî jî beşdar bibin…

 

Rûsya dibe yekemîn welatê Ewropî ku nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bi fermî lê tê vekirin.

 

Pisporê Rûs ê bi navê Samîslav Îvanov, ku bûyerên her çar parçeyên Kurdistanê dişopîne, dibêje, vekirina nûnertiya Rojavayê Kurdistanê li Rûsyayê gaveke dîrokî ye.

 

Îvanov diyar dike ku vekirina vê nûnertiyê ji bo pêşbirina pêwendiyên kurdan û Rûsya bi taybet kurdên Sûriyê pir girîng e. Rûsya bi vê yekê dixwaze bêje ku li Sûriye û Iraqê, bêyî Kurdan ti çareseriyek ji arîşeyan re nayê dîtin.

 

Li gorî wî pisporê Rûs, Rûsya vê yekê dide zanîn ku êdî dema wê hatiye hurmeta Kurdan were girtin, her wiha ew xeletiya ku piştî yekemîn şerê cîhanî li hember kurdan hatibû kirin, sererast bike.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim