1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Sakik: Em ê li nasnameya tu kesî nenêrin
Sakik: Em ê li nasnameya tu kesî nenêrin

Sakik: Em ê li nasnameya tu kesî nenêrin

Namzetê Şaredariya Agiriyê yê BDPê Sakik got: "Em li nijada wan kesên ku tirk, kurd, ecem, azerî yan jî tirkmen in û li vî bajarî dijîn nanêrin, em ê li nasnameya tu kesî nenêrin."

A+A-

AGIRÎ -  Namzetê Şaredariya Agiriyê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Sirri Sakik got: "Em li nijada wan kesên ku tirk, kurd, ecem, azerî yan jî tirkmen in û li vî bajarî dijîn nanêrin, em ê li nasnameya tu kesî nenêrin.

Li Agiriyê partiyî û welatiyan Sakik bi kulîlkan pêşwazî kirin. Sakik ji bo welatiyên ku li ser kolana Erziromê kom bûbûn xeberda û diyar kir ku dema ku ew bibe şaredar di şaredariya Agiriyê de dê rêveberiyeke zelal, paqij û bêgendelî bi cih bike.

Sakik destnîşan kir ku ew ji bo tiştên ku nikaribin ji Agiriyê re bikin soz nadin û wiha pê de çû: "Piştî hilbijartinên di 30yê adarê de dema ku em bên hilbijartin ne tenê em hevserok, em ê bi 108 hezar kesên ku li vê derê dijîn hev re bajêr birêve bibin. Em li nijada wan kesên ku tirk, kurd, ecem, azerî yan jî tirkmen in û li vî bajarî dijîn nanêrin, em li nasnameya tu kesî nanêrin. Agirî jî wek bajarên din ji bo me girîng e."

 

Bu haber toplam 839 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.