1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leya Şaylemez li Parîsê hatin bibîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leya Şaylemez li Parîsê hatin bibîranîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leya Şaylemez li Parîsê hatin bibîranîn

Di yekemîn salvegera qetilkirina hersê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de li seranserê Ewropa bi sedhezaran kes li ser daxwaza zelalbûna komkujiyê li Parîsê meşiyan.

A+A-

PARÎS -Yek ji damezrenerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetil kirin, li Parîsê hatin bibîranîn.

Bi deh hezaran kes ku ji Fransa, Elmanya, Holanda, Swêd, Avusturya, Belçîka û Brîtanya bi otobûs û otomobîlên şexsî ketin ser rêya Parîsê vê sibê li ber Gare du Nord a taxa La Fayettê ku komkujî lê pêk hatibû hatin cem hev. Di dema kombûna de girseyê bi koman serdana Buroya Enformasyona Kurdistanê kirin ku sê jinên Kurd lê hatibûn qetil kirin. 

Li ber Gare du Nord ji Tevgera Dostaniya Gelan a Dijî Nijadperestiyê MRAP’ê Rene Lemîngnon axaftinek kir û got: “Nelson Mandela jî weke terorist dihat dîtin. Em îro dibêjîn ku PKK û Ocalan ne terorîst in.”

Lemingnon got ku di rastiyê de yên Cansiz, Dogan û Şeylemez qetil kirine terorîst in û wiha axifî: “Pêwiste di hevkariyên kar yên tên kirin de berjewendiyên gelê Kurd ji bo berjewendiyên aborî neyên bi karanîn.” 

Lemîngnon bi bîr xist ku Serokkomarê Fransa François Hollande di meha Çile de wê serdana Tirkiyê bike wiha pêde çû: “Em bang li we dikin ku hevpeymanên qirêj rawestînin. Piştgiriyê bidin hevdîtinên aştiyê. Sakîne, Fîdan û Leyla wan hêzên tarî hûn ne kuştin, hun bê mirin kirin.”

Piştre Serokê FEYKA Cemîle Renkliçay bi deh hezaran kesên ku ji bo pirsîna hesaba komkujiyê çûne Parîsê silav kirin. Girsê piştî axaftina Renkliçay  ligel bilindkirina sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” dest bi meşê kirin.

Korteja meşê gihişte pêş Buroya Enformasyona Kurdistanê ku Cansiz, Dogan û Şaylemez lê hatibûn qetil kirin, li vêderê girsê slogana “Şehîd Namirin” bilind kirin. Di pêşiya meşê de wêneyên hersê jinên şoreşger hatibûn hilgirtin û pankartên ku li ser “ji bo edalet û rastiyê hêzên di nav komkujiyê de bila werin aşkere kirin” û pankarta ku wêneyên Sakîne Cansiz û Rosa Luksemburg li ser hatibûn bi cih kirin bi zimanê Fransî “Duh Rosa bû îro Sakîne, duh Berlîn bû îro Parîs, emê wan ticarî ji bîr nekîn” li ser nivîsandî hat hilgirtin.

 

Bu haber toplam 1075 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.