• Diyarbakır32 °C
  • Batman34 °C
  • Mardin35 °C
  • Bingöl30 °C
  • Bitlis26 °C
  • Elazığ30 °C
  • Erzincan30 °C
  • Şanlıurfa33 °C
  • Erzurum26 °C
  • Ağrı26 °C
  • Gaziantep31 °C
  • Hakkari22 °C
  • Muş28 °C
  • Siirt32 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Sal 2013: Cih Şemzînan!
16 Aralık 2013 Pazartesi 12:11

Sal 2013: Cih Şemzînan!

Jina nexweş 5 km bi darbestê li ser milan dibin nexweşxane yê

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jina nexweş 5 kîlometreyan bi darbestê li ser milan birin nexweşxane yê. Gundiyan dan zanîn ku bi hatina zivistanê re saziyên dewletê tu karî nakin û dema hewl didin bi qeymeqam re biaxivin polîs bi wan re dibin muxatab û gotin, “Li vir hukmê amîrên gelemperiyê nemaye.”

 

COLEMÊRG-Gundê Qelaşk û mezraya Gare ku 20 kîlometreyan dûrî navçeya Şemzînan a Colemêrgê ne ji berfê rêyên wan hatin girtin. Ji ber rê nehatin vekirin niştecihên gund Havva Sonmez a 44 salî ku krîza dil derbas kir 5 kîlometreyan bi darbestê li ser milan anîn nexweşxaneyê. Yek ji niştecihê gund Samet Erenç diyar kir ku li rayedaran geriyane, lê belê tu alîkarî ji wan re neşandine. Ozkan nerazîbûna xwe bi van hevokan anî ziman, "Em di sedsala 21'emîn de dijîn, lê belê sedsala 18'emîn bi me didin jiyandin." 

Welatiyê bi navê Hetem Demîr jî anî ziman ku tevayî pêwendiyên gund bi cîhanê re qut bûne û dema hewl didin xwe bigihînin qeymeqam bi polîsan re rû bi rû tên. Demîr axaftina xwe wiha domand, “Gelo tenê ji ber em kurd in alîkariyê nadin me? Em dixwazin vê zanibin. Li Şemzînanê Midûrê Xizmetên Gundan ê AKP'yî Necatî Îçlîn, rêya ber deriyên AKP'yiyan paqij dike. Li vir hukmê amîrên gelemperiyê nemaye.” 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim