Salih Muslim: Em pêbendî biryarên Geneva3 nabin

Salih Muslim: Em pêbendî biryarên Geneva3 nabin
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragehand ku, ew dê pêbendî biryarên Kongireya Geneva3 nebin heger ew beşdarî wî kongireyî nebin.

 

 

 

Muslim ji dezgehên ragehandinê re daxuyand ku, Hêzên Navdewletî heta niha li ser şanda Opozisyona Sûriyê lihev nekirine, jiber vê yekê hîna Rûsya,  Amerîka û De Mistura vê mijarê gotûbêj dikin, bi mebesta ku karibin şandekê rasteqîne ji Opozisyona Sûriyê pêkbînin.

 

Muslim herwiha ragehand ku, Endamên Kongireya Riyadê xwe wek nûnerê gelê Sûriyê dibînin. Lêbelê aliyê ku Nûnertiya gelê Sûriyê dike bi şêweyekî rastî ewe Encûmena Sûriyeya Demokratîk û PYDê ye ûgot: “Yek ji girîngtirîn sedemên neserkeftina Kongireya Geneva2 ew bû ku Opozisyona Dindir a Sûriyê amadenebibû.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.