1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Salvegera wefata Goran (1904-1962)
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Salvegera wefata Goran (1904-1962)

A+A-

Helbestvanê nasdar Evdila Goran li bajarê Helebcê hatiye dinyê. Wê demê başûrê welêt mîna perçeyên din, di bin hukmê Osmaniyan de bû. Kurdî zimanê dayikê, yê mal û bazarê, erebî dersdayiyên olî, danûstandinê û osmanî li dibistanê û karên fermî de xwedî bandor bûn. Divê tesîra Farisî ji aliyê siyasî û edebî neyê jibîrkirin. 


Bavê Goran karmendiya fermî dikir û ji hêla olî ve têra xwe zana bû. Xweza li bajêr, perwerda dibistanê û xwendina olî dibûne alîkarê Goran ji bo fêrbûna zimanê erebî, farisî û osmanî. Goran, piştî xwendina destpêkê û ya navîn, diçe Kerkukê. Li wir dest bi dibistana bilind ya mamostetiyê dike. Lê ji ber pirsgirêkên aborî nikare bidomîne.

Goran di dema xwendina mamostetiyê de ingilîziya xwe pêş xistibû. Pir zimanî, xwendina dibistana mamostetiyê û têkiliyên hene têr dikir ku di "wezareta çûn û hatinê" de karekî peyde bike. 
Meyl û nêzîkbûna wî li helbestê wê demê dest pê dike. Goran deriyên nasîna cîhanê ji awira edebî ve vedike. Li ser berhemên lîteratura erebî, farisî û ingilîzî kur dibe. Ji aliyê din, helbestên xwe pêş dixîne û hilmek nû dide helbestvaniya kurdî.

"Li bin esmanê şîn
Li pal çiyayê befrîn
Li Kurdistanê gerîm.
Li dor ber min meriv
Ne li 
şeher ne li gund
Min nedît qet kes
Weke te ciwan be.
Keça Kurd dil pê 
şa be
Wek firî
şte û perîzad be
Ne berîk ne go
ştîn
Ne keçika e
a jin
Ne zor çav re
şNe îcgar geş
Lê bi nîga şîrin
Ne min dî qet kes..."


Evdile Goran, li nik karê fermî, xwendina xwe ya mamosteyê didomîne û di demek kurt de diqedîne, dîplomeya xwe digre. 12 salan li bajarê Helebcê mamostetiyê dike. Gelek kes sûdê jê digrin û di bin badora helbestên wî de dimînin.

1937 an de mamostetiyê bi cî dihêle û giraniyê dide nivîsîna helbestan. Her wisa li karê xwe yê berê vedigere. Îmkanên çûn û hatinê û nasîna deverên nû helbestên wî rengîntir dike. Ev yek eşkere di helbestên wî de xuyanî dike. Weke mîsal, di "Geştek li Qeredaxê" û "Geştek li Hewreman"ê de dewlemendiya wan deveran bi helbestên wî baştir tênê der.

Mamoste Goran li ser pirsa doza netewî têra xwe kur bû. Di dema ciwaniya xwe de tevlî kar û xebatên siyasî dibe. Çep e, weke merivekî sosyalîst nêzî pirsan dibe. Beşdariya çalakî û civînên bi vî rengî dike. Ji ber dîtin, karên siyasî û welatperweriyê gelek caran ji aliyê rejîma Iraqê ve tê girtin û îşkencekirin.

"Berbanga sibêye, ronaka aso,
Hîva kurde, mizgîn bo te,
Deng û bang hatin ji mizgefta gund,
Baldara helîna xwe cîda hiştin,
Qaspe-qaspa wan dibêje:
berbanga sibêye, ronaka aso,
Asoya hemu kurda, mizgîn bo te,
Rabe, ey lawê niştimana kurd,
Wextê rabûne, ne yê xewê,
Pêwîste pîroz bî bi sixt û bird,
Çavnêrîya tene, rabe bi dest û bird..."

Goran, di salên 1940-1945 de li bajarê Yafa ku dikeve tixubê Israîla îro, di radyoya "Rojhilata Nêzîk" de dixebite. Li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Kurdistanê bernameyên rengîn amade dike. 

Wî, di weşana kovaran de rol lîstiye û li dibistanê dersên ziman û edebiyata kurdî daye.

Ew du caran bûye mêvan li Moskowê (1959 û 1962). Cara dawî, weke endamê "Komîteya Şêwra Aştiya Cîhanê" tê hilbijartin. Di heman salê de nexweş dikeve.Şêrpence lê giran dibe, derman fêde nake û di 18 ê sermawezê 1962 de wefat dike.

"Beheşt û Yadgar", "Firmesk û Huner", "Siruşt û Derûn", "Lawik û Peyam" dîwanên wî ne. Di dema Goran de zimanên herêmê di bin tesîra erebî de bûn. Lê wî helbestên xwe ji tesîra erebî rizgar kir, li ser esasê çand û hizra kurdî û bi şêweyek modern ava kir. Nasdarên ebiyata kurdî yek deng in ku, helbestên wî bi rengê merovahiyê, anku bi merivtî, evîndarî, girêdana bi xwezayê, şoreşgerî, netewî û banga biratiyê barkirî ne. 

Di salverega wefata helbetsvan û mamosteyê hêja Goran de, em wî bibîr dihênin û rêz û hurmeta xwe pêşkêş dikin...

 

Bu yazı toplam 630 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.