1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Şanda Kantona Cizîrê serdana Başûr, İraq û Tirkiyê dike
Şanda Kantona Cizîrê serdana Başûr, İraq û Tirkiyê dike

Şanda Kantona Cizîrê serdana Başûr, İraq û Tirkiyê dike

Serokê Komîsyona Karê Derve ya Kantona Cizîrê Salih Gedo ragehand ku ew ê ji bo têkiliyên rêveberiyê bi derve re dest bi xebatên siyasî bikin û got: ‘’Emê di rojên pêş de serdana Başûrê Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê bikin.’‘

A+A-

AMÛDÊ - Derbarê xebatên Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Kantona Cezîrê de Serokê Komîsyona Karê Derve ya Kantona Cizîrê Salih Gedo da zanîn kir ku ew ê di rojên pêş de dest bi xebatên xwe bikin. Gedo, diyar kir ku di destpêkê de ew ê serdana Başûrê Kurdistanê,  piştre Iraq û Tirkiyê bikin. 

Gedo, destnîşan kir dê di serdanên xwe de hewl bidin dawî li ambargoya li ser herêmê bê û têkilî di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û welatên cîran de bên destpêkirin û wiha axifî: ‘‘Em ê di van serdanan de hewl bidin ku welatên cîran piştgiriya rêveberiya herêma Cezîrê bikin û hebûna wê qebûl bikin.’‘

Derheqa peywendiyên wan ên bi welatên Ewropayê û herêmê re jî Gedo tekez kir ku wan name ji gelek welatên Ewropayê û yên herêmê re jî şandine û niha li benda bersiva wan welatana e. Gedo, got ku ew ê bi hemû îmkanên xwe hewl bidin ku têkiliya Kantona Cizîrê bi hemû welatên cîhanê re baş be.

Bu haber toplam 1021 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.