Şanokarên Kurd Enfalkirina Kurdan li Îtaliya pêşkêşdikin

Şanokarên Kurd Enfalkirina Kurdan li Îtaliya pêşkêşdikin
Di diwazdemîn festîvala keltûrî ya Bedirxan û rêxistina keltûriya Diyago li welatê Îtaliya li hola (Sala Ez Lago) li herêma Altoadîça Îtalî li bajarê (Bolzano) tîma Şanoya Kurdistanê şanoya (Jinek wek baranê li biyabanê) hat pêşkêş kirin.

Hunermendê şanoger û nivîs “Azad Sewze” derbarê çîroka şanoyê ji BasNews re ragihand: “Ev Şano du çîrokan di yek deqê de pêşkêş dike, çîroka hinek ji wan jin û piyawên ku ketibûn ber agirê Enfalan de û nihajî li Şingalê ketin ber hovitiya Şerê DAIŞê.”Herwiha got jî: “Çîroka qehremaniya kesekî li nav kavilên bajrê Kurdistanê de ku rastî şevrevînokan tê, ew her du çîrok li gel hev tên birêkirin ku têde dema derbasbûyî û ya niha wek şehperê laşekî bi hevre tên nimayiş kirin bo gihandina peyamek mirovî girîng.”

Sebaret bi sitafê berhemênanê Şanoyê navborî got jî: “Sitafê şanoyê birîtiye ji Derhêner Tiwana Xenî, Rêveberî: Aşna Reûf, Azad Sewze, Hêwa Reûf, Salar Mahîr, Arî Seyid Mihemed û Asî mihemed remezan, cilûberg: Berhem û Muhsin tefîq, sînografiya: Tiwana Xenî, ronahî: Marko,:ragihandin li Îtaliya Ehmed Iştiman û Fesel Mihemed.”(basnews)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.