1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Science-fiction“a bi Kurdî: Du kes û yek mirov
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Science-fiction“a bi Kurdî: Du kes û yek mirov

A+A-

Dema ez romanên Newaf Mîro dixwînim, ez pê re îro, bi jiyana modern, lê adet, tore û baweriya kevnare re dijîm. Romanên wî dibin alîkar ku, jiyanek modern, bêyî ji nijad, adet û baweriya kevnare, bav û kalan dûr bikevim, bijîm. Malbat û nasên xwe re jî bibim nimûne, rê vekim.

Zimanê Mîro têra xwe xurt e. Kur e, tevayê nazik û nazdariya zimanê Kurdî dide der. Mirov ne tenê berhema wî dixwîne, pê re Kurdiya xwe xurt û tekûztir dike. Li ser hêzbûna zimanê Kurdî û zargotinê dibe xwedî fikir. Girêdan û dewlemendiya zimên bi xweza, eşq, evîn, hesret, îxanet, mirovahî, neyartî û dostaniyê dide xuyanîkirin û bi zimanek edebî tabloyan dineqîşîne, mirov aşiqî Kurdî û edebiyata kurdî dike.

Balkêşiya çîrokên romanên Mîro, ne ji aksiyona wan, bêhtir, mijarên hildibijêrê tê. Awayê bêjiyê, ku hilma xwe ji dengbêjiyê girtiye, cihê niqaşê ye. Kontrola ser çîrokê, girêdana beşa bi hev û dîmenên rengîn mirov dibe cîhanek eksotîk, klasîk lê têra xwe jî nûjen.

Di romanê wî de bi kurdî hizirkirin esas e. Kaniya xwe, dewlemendiya zimanê Kurdî ye. Pêwîstiyê ji peyvên zimanên cînar nabîne û qalibên ji zimanê din yekser wergerandine Kurdî, dûr e. Bi kurdî li derûdor, mirov, ajel, bûyer, xweza û Cîhanê dinêre, bi kurdî şirove dike û dide nirxandin.

Romana wî a nû „Du kes û yek mirov“ di nav weşanên DO de, li Stenbulê, di gulana 2014 an de belav bû. Çîroka wê, li bajarekî Almanyayê dest pê dike. Lehengên çîrokê, Peter Schûltz û Qudbeddîn Yildiz li heman bajarî ne, ji ber êş û naxweşiyê rewş û siheta wan ne baş e. Peter doktor, Yildiz xwendevanê zanîngehê ye. Yildiz, ji ber nexweşiya mêjî tedawiyê dibîne û pêwîstiya xwe bi neqla mêjiyek nû heye. Dema Peter ji ber nexweşiya xwe pir dihêşe, lê giran dibe û dimre, mêjiyê wî neqlî Qudbeddîn dikin.

Malbata Yildiz ji hêla Serhedan bajarê Qersê ye. Kurd in, lê çanda turkî û polîtîka asîmîlê û têkiliyên ne tekûz, bandorek neyênî li malbatê kiriye. Yildiz, bi mêjiyê nû, ji malbata xwe re xerîb e. Dibe xerîbê çand û zimanê xwe. Mîna Almanekî tev digere û dihizire. Qonaxa xwe nasîn û adaptasyona bi çand û malbata wî, bi alîkariya pisporan dibe.

Bi xwenasînê, xwedî li çand û zimanê xwe derketin, dema gera li welêt, hezkirina cî û xelkê xwe li cem Yildiz, an bi navê xwe î nû „Nemir“ zêde dibe. Kurdayetî, nakokiyên nav wî û endamê malbatê mezintir dike. Dema serdana welêt, nasîna dapîra xwe „Pîra Asê“ bêhtir bi welat, adet û baweriya kevnare „Ezdîti“yê xwedî derdikeve. Pîra Asê, di dema fermana filehan de, mîna gelek Ezdiyan, malbata wê jî ketibû ber êrîşa arteşa Romê. Paşê bi kurdekî misilman re zewicî bû. Pîr bibû, lê bi adet û baweriya kevnare ve girêdayî bû. Çi kes û hêz nikarîbû, girêdana dilê wê, jê derîne.

Piştî vegera welêt, aşiqî keçka Ezdî Siltanê dibe. Bi heft dilan dil dikeviyê. Jê re vedike derdê xwe. Lê adet e, dema dêûbav ne Ezdî bin, zewaca keçka Ezdî bi kesên dinre nabe. Herdu li dilê xwe guhdarî dikin, li hîsên xwe û girêdana xwezayî bi baweriya kevnare re…

Me, derbarê jiyan û berhemên wî, bi nivîskar Newaf Mîro re hevpeyvînek pêk anî, em bi we re parvedikin…  

Newaf Miro kî ye?
Newaf Mîro:
Newaf Mîro xemxur e, ji kêliya ku xwe nas kiriye, her xema kes û zindiyên li derdora xwe re jiya ye. Şahiya wan weke ya xwe, xem û xemgîniya wan, di dilê xwe de vemirandiye. Ew ji dayik û bavekî êzîdiye, bi çîrok, destan û delalê Dewrêş û Edûlê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Bi dibistana tirkî re, tirk û tirkîtî nas kiriye, bi dijwarî û tundkariya janderme û mamosteyên tirk, tirkitî û komara tirk nas kiriye. Şertên aborî dest nedane bixwîne û xwendina ji bo debara dunyayê ne di asoyê malbat û xizmên wî de bûye. Lewma jî wî her xwendin, ji bo dunya naskirinê ji xwe re kiriye rê û armanc. Heta pola pênca (5) çûye dibistana tirka. Paşê bi debara jiyanê re, mijûl bûye, di restaurantan de xebitiye, çay gerandiye, şivanî, cotkarî û bênder rakirne. Karê gundan kiriye. Li berriya Wêranşarê bi qitik û sûsika re beziya ye. Di sala 1987 de hatiye Almanyayê, weke penaber cih û war bûye. Cara yekem nivîsandina kurdî di dezgehê dadê yên Almanya de rast hatiye. Ev hestekî bêhempa pêre afirandiye. Di salê destpêkê de xwendin û kar jê re derneketiye, wî ev dema weke xwendina dibistanekê ji xwe re pejirandiye û bikar aniye. Lewma ew her şagirtê dunyayê û mamostê xwe ye. Hin perwerdeyê pîşeyî li Almanya wergirtine. Li Almanya gelek cûre yên kar û xabatê kiriye, û bi her nifş û çînê civakê re ketiye danûstandina. Ew zewiciye û bavê 3 zaroka ye. 2 kur 1 keç e. Her wiha heft (7) berhemên xwe weşandî ye. Li Almanya karê xweser dike û debara malbatê pê dimeşîn e. 

Neqla mêjî her çiqasî di bijikiyê de bê qalkirin jî, nehatiye pê. Mêjiyê lehengê romana te "Nemir" bi emelyatekê tê guhertin. Mirov dikare romana te ji ên "pevxistina zanistî" (science-fiction) bihejmêre?
Newaf Mîro:
Guhertina mejî, ez bawerim ku di siberojê de guncav bibe. Lê mebesta min, ew e yek hêjî gellek meriv ji bê wersele, an parçeyê laş dimirin. Dudo meriv, ne tenê bi xwîna xwe, bi mejiyê xwe ji hin aliya ye, yan na. Ger bi xwînê be, weke tête zanîn xwîna gellek merivan li hev tê. Lê ew nayê wê wateyê ku ew ji heman çand û netewê ne. Meriv motor, yan jî kompîtorek bîolojîk e. Ya grîng ew e, ji bo min. Ger bi nîjadê bûya, niha nîvê rojhilata nêzîk û ya navîn jî Kurd bûna. Lê em dibînin, ku ne tenê welatê wan, mejiyê wan bi ola ereba û nijadperstiya tirka dager bûye. Sêyem, li cem êzîdiya nepejirandina meriva heye, weke mînak divê şik neyê ser meriv, ger were ew ji ola xwe derdikeve. Min ev kire mijar. Her weha êzîdiyên Serhedê, yên bi ber şapa roma reş ketin, kiriye mijar û dû mayîyên wan ketiye. Lewma jî Nemir ji her tiştî bêhtir li xwe gerîn e, yan li xwe veger e. Pirsa roman dikeve kîjan beşê, ez biryarê ji xwendevan re dihêlim.

Di beşek romanên te de, her çiqasî xwezayên wan modern in jî, çand, adet û baweriya kevnare a netewî xwedî bandor e. Ezdî û Ezdayetî rengek xweş dide berhemên te. Dîtîna te çi ye?
Newaf Mîro:
Raste, ji bo min jiyan Doh, Îro û Sibe ye, yê di nîvê îro û sibe de, em in. Em pirên, di nîvê dayik û bav û zarokên xwe de, wûsa jî di nîvê serborî û siberoja xwe de ne. Çawa şitlek bê reh çênabe, wûsa jî di rojekê de mezin nabe, yê meriv mezin dike ew ezmûne. Lê xelkê me ji ezmûn û serboriya xwe bêpar û qut kirine. Heta ji dîroka xwe bi xwe re kirine neyar. Weke yê sibe û êvarê rabe û kevira biavêja ji pêşiyên xwe de. Ola kê çi dibe bila be, qet nexem e, û ne çewtiye. Dewlemendî ye. Lê dewlemendî ji gellekî pêk tê, ger ji gellekî hinek were avêtin û wenda kirin, ew ê hêdî hêdî bibe hinek. Êzîdayetî dewlemendiya pêşîyên kurmancî axêva ye. Weke mîsal binavkirina „Xwedê“, hinekî bi êzdîdiyeziyê ve tête girêdan. Çenko; êzîdî dibêjin, Tu Xwedaye, te Ezda me, lê navê şîrîn her Xwedaye. Ew herdok navê Xwedê ne, weke hezar û yek navî. Lê ji ber qedexe û çewisandina êzîdî bi xwe êdî êzîditîya xwe baş nasnakin. Lewma ez dixwazim, bi çavekî din weke Newaf Mîro li dunyayê û dîroka xwe binerim û ji rengekî ji rengan, bi siberojê û wêjeyê ve bihûnim.

Romana te, kêşera xwe ji mijarên balkêş distîne. Di romanên kurdî de, ji ber kurbûn li ser zimanê edebî ye, ji aliyê kêşara romanê qelsiyek xwe dide der, bi kelecana hur û labîrentên dijwar baş nakemilin. Dîtina te ser fikra min çi ye?
Newaf Mîro:
Ez naxwazim dijwar bikim, jixwe cîhana me tije kêşerên trajîk in. Lê em nikarin xwe jê dûr jî bikin, em her li hember xwe bi kêşerin. Lê em mînakekin ji mînakê Eyûb pêxemberê kurma xwarî. Her em cefa mezin dikişînin, û metirsiyên mezintir dixwazin bibînin. Her weha ev karekterê min jî bi xwe dinava xwe de her şêlû bûn. Lê ew herî bêhtir kêşera mejîyî diker rêbaz, û li aramiya giyanî digere. Yên derdorê jî, bi mînakên biçûka hatine nîşandan. Çenko ew bixwe mijareke din ya bi serê xwe ne.

Tu, di romana "Du kes yek mirov de", tore û adetên kevnare hinekî ne yekser be jî, rexne dike, ji ber ku rê li ber zewaca Nemir û Sultanê digre. Gelo, mirov dikare dîtina te weke daxwaziya reformê di baweriyên kevnare de bihejmêre, çima?
Newaf Mîro:
Hemû ol û nêrîna xwe di rewşa rewa û asayî de, ji nûve rêk û pêk kirine. Ez naxwazim bêjim “reform“ çenko xelk ji reforman ditirsin. Lê jiyan bi xwe guherandin û veguherandin e. Yê xwe li gorî şertê jiyanê ne guherîne, jiyan û pergal wan vediguherîn e. Raste, we dest da ser pirseke grîng. Êzîdî, di rewşeke awerte û aloz de jiyane, û hêjî dijîn. Lewma êzîdiya derfetê xwe bilêv kirin, avakirin, pêşvexistin, nûkirinê nedîtine. Lewma çawa êzîdî dibêjin; em beriya Hewa û Adem hebûn, ev tê wê wateyê ku karê ji Hewa û Adem ve, were kirin û sererastkirin heye. Medeniyet, yan jî sivîlîzasyon di aştî û aramiyê de pêş dikeve. Her weha ciyê êzîdî lê dijîn û dijiyan têr av nedibûn û nabin. Lewma her cûre leystik û fen li ser serê wan hatiye pêkanîn. Êzîdiya xwe bi doxîna xwe parastin e. Ango nabe êzîdî bi yeke/î ne êzîdi re bi zewice. Ev ne pêkan bû. Weke tê zanîn, êzîdî di nîvê misilaman de dijiyan û dijîn. Ji xwe carekê qet di misilmantiyê de nabe yekî nebe misilman mehra wî were birrîn, û nayê pejirandin evd ji misilmantiyê derkeve. Vêca ka wê êzîdiyê hejar, çawa karibûna xwe di nîvê misilmana de bi parastina? Neçar bûn, bi doxîna xwe bi parêzin. Weke mîsal, gava qala evîna xortek ji Kurdên êzîdî bi keçek ji heman nijadê, lê misilman dihate kirin, pejirandina wê dijwar bû. Xetera talan û êrîşên mezin dihanî pê. Lewma bi raya min û bi qasî di salên dawî de bûye, divê êzîdîtî bi mejî were parastin û pêşvexistin. Lê ez ne oldar û ne jî alimê êzîditiyê me, ew raya Oldar û Civata Rûhanî ye.

Hinekî qala kitêbên di destê te de, ên têne nivîsîn û projeyên xwe bike...
Newaf Mîro:
Ez niha li ser romana Lehengê Dîl Keleşê Reş, dixebitim. Romaneke min ber bi xelasbûnê ve çûye. Ew Evîneke Platonîki ya ne jiyayî û yek alî radiweste. Lê evînek biçûk dilekî mezin, evîneke mezin dilekî biçûk di nava xwe de dilûsîne. Helbest jî didome, ger ez bidim ser hev dîwanek rehet heye. Her weka kurte çîrokê min jî hene…

Bu yazı toplam 744 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.