1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Şehristanî dest ji gefên xwe bernade
Şehristanî dest ji gefên xwe bernade

Şehristanî dest ji gefên xwe bernade

İraqê biryar daye di sala dahatû de berhemanîna petrolê di rojekê de bighîne 4.7 milyon bermîl û gefan li Kurdistan û Tirkiyê dixwe ku qaşo nahêle ew rhekeftina di navbera wan de berdewam be.

A+A-

LONDON - Cîgirê Serokwezîrê İraqê bo Karûbarê Enerjiyê Husên Şehristanî li Peymangeha Chatham House ya Brîtanyayê gotarek pêşkêş kir û got: ‘’Niha yedeka petrolê li Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê di ser 1.2 trîlyon bermîl re ye, wate nîvê yedeka hemû dinyayê ye. Yedeka petrola İraqê jî digihe 150 milyar bermîl û di sala dahatû de berhemanîna betrolê digihe 4.7 milyon bermî di rojekê de, wate ji sedî 50 zêde dibe ku niha rojane 3 milyon bermîl tê berhemanîn. Herwiha em dixwazin di sala 2020’ê de bighînin 9 milyar bermîl di rojekê de.’‘

Derheqa berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê de jî li derveyî Şirkeya SOMO ya İraqê, Şehristanî wiha axifî: ‘’Me bi awayekî eşkere ji Tirkiye û Herêma Kurdistanê re gotiye ku em nahêlin ev rewş wiha berdewam be.

Duşemba borî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekê de ligel parlamenterên Kurd ên Bexdayê, got: ‘’Pirsgirêka me ya ligel Bexdayê li ser yek xalê ye, ew dixwazin Herêma Kurdistanê petrola xwe bide SOMO, bi rêya wan bikeve ser butçeya İraqê, piştre ew beşa Herêma Kurdistanê jê derxin û tu mafekî Herêma Kurdistanê jî li ser wê petrolê nebe ku ji nav axa me tê derxistin. Kurdistan ligel hemû mekanîzmayên çareseriyê ye ligel Bexdayê, lê niha jî ew bi çavê rejîma berê li Herêma Kurdistanê temaşe dikin û di meseleya butçeyê de jî dixwazin bi awayê parêzgehan dabeş bikin ne wek herêm.’‘

 

Bu haber toplam 637 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.