1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Serdana Barzanî ya Amerîkayê çima hat taloqkirn?
Serdana Barzanî ya Amerîkayê çima hat taloqkirn?

Serdana Barzanî ya Amerîkayê çima hat taloqkirn?

Paşxistina serdana Barzanî bo Amerîkayê, lawazbûna peywendiyên navbera Hewlêr Washingtonê gehande astekî din û li gor pisporekî Amerîkî jî, evna derencama siyaseta xelet ya Amerîkayê ye li beramber Kurdan.

A+A-

Sedema taloqakirina wê serdanê jî ew bû ku Barzanî nîgeran e ji wêya heta niha navê PDK û YNK’ê di nav lêsteya rêxistinên terorîst ên wî welatî de ne. Barzanî hefteya borî di peywendiyeke telefonê de ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden jî nîgeraniya Kurdan gehandibûyê û li beramber Biden bawerî dabû Barzanî ku bi awayekî cidî kar bikin heta navê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji wê lîsteyê were derxistin. Di hundirê 12 mehên borî de, hinek sarbûn ketiye navbera peywendiyên Herêma Kurdistanê û Koşka Spî, pispor jî sedema vêna bi xwevekişîna Amerîkayê ji aloziyên İraqê û tirsa demokratên Amerîkayê ji wergirtina helwêst li ser meseleyên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Sûriyê ve girêdidin.

Di vê derbarê de Mamostayê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Tennesse Tech a Amerîkayê  û Pisporê Pirsa Kurdî Michael Gunter ji BasNewsê re got: ‘’Evna mînakeke zeq a wê yekê ye ku hikûmeteke brokratîk wek Amerîkayê bê şaşiyên çawa mezin dikin, hiştina PDK û YNK’ê jî di wê lîsteyê de, belgeyeke diyar a wê hizirkirinê ye, evna jî dirêjkirina wê hizirkirina şaş a Amerîkayê ye ku bi hiştina wê lîsteyê, aştî û aramî li navçeyê tê holê. Lê evna jî bo welatekî wek İraqê hizirkirineke gelekî şaş e ku her ji destpêkê ve ne yeksan-wek hev çêbûye û bi rêya Rêkeftina Sykes-Picot bû. Divê ew yek ji bîra me neçe ku Amerîkayê heta demeke zêde navê Nelson Mandela wek terorîst dianî, evna jî tenê ji bo ku rûbirûyê desthilata welatê xwe bûbû.’‘

Li gor yasayeke nû ya Amerîkayê ku di sala 2001’ê de piştî êrîşa 11’ê Îlonê ya New York û Paterveliya hat pesendkirin, her rêxistin û partiyeke çekdar ku di rabirdû de şerê çekdarî li dijî hikûmeta welatê xwe kiribe navê wan dikeve lîsteya rêxistinên terorîst ku ew lîsteya han jî sê astên wê hene, asta yekem a herî bilind e, duwem navendî ye û sêyem jî astekî nizm e û navê YNK û PDK’ê jî di lîsteya asta sêyem de ye.

Pisporekî din ê Amerîkî bi navê Thomas Ambrose ku li zanîngeha Wilayeta Dakota ya bakurê Amerîkayê mamostayê zanistên siyasî ye, ji BasNewsê re wiha axifî:’‘Siyaseta Amerîkayê li beramberî Kurdên İraqê heye, ewna jî ew e ku li beramber desthilata navendî raneweste, niha jî ev siyaseta wê zelal û eşkere ye di helwêsta Washingtonê de ya li beramber şandina patrola Kurdistanê bo Tirkiyê bêyî razîbûna Bexdayê.’‘

Heta niha çendîn dosyayên penaberên Başûrê Kurdistanê li Amerîkayê hene ku ligel zêdeyî 10 sal dibe li Amerîkayê dijîn, lê belê mafê penaberiyê wernegirtine, sedema vêna jî ew e di demên borî de ew Kurd endam an jî çekdarên PDK û YNK’ê bûne.

 

Bu haber toplam 589 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.