1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Şerê AKP-Cemaetê li Almanyayê dewam kir
Şerê AKP-Cemaetê li Almanyayê dewam kir

Şerê AKP-Cemaetê li Almanyayê dewam kir

Beriya serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Berlînê, der heqê Tevgera Gulen a li Almanyayê îdîa hatin kirin.

A+A-

Li gorî van îdîayên di medya Alman de cih girtin, li dibistanên ceametê tundî û zexta psîkolojîk li zarokan tê kirin û hewl tê dayîn dewleta olî bê avakirin.

BERLÎN -Îdîayên li hemberî Tevgera Gulen, ku salên dûr û dirêj li Almanyayê bi cîhana medya û siyasetê re xwedî têkiliyê baş bû, weke parçeyek ji pevçûna navbera AKP-Cemaetê derdikeve pêş.Îdîayên der heqê Tevgera Gulen de, di bernameya nûçeyan a "Report Mainz" a duh êvarê di kanala televîzyonê ya Alman ARD de were weşandin û di nûçeyeke lêkolînê ya kovara "Der Spiegel" de cih girtin. Li gorî nûçeyê di raporeke Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Baden-Wurttembergê de tê gotin, "Ramanê tevgerê Gulen li dijî gelek nirxên demokratîk e. Hedefa Gulen dewleteke olî ye. Nêrînên Gulen li dijî prensîba cudahiya hêzan, azadiya olî, azadiya zanist-perwerde û li dijî wekheviya jin û mêr e."

Li dibistanan mobbîng û lêdan

Di nûçeya lêkolînê de tê bibîr xistin ku alîgirên Fethûllah Gulen li nêzî 140 welatan kar dikin û tê ragihandin ku bi tenê li Almanyayê bi qasî 300 saziyên perwerdeyê yên ser bi Tevgera Gulen hene.Di lêkolîna hevpar a REPORT MAINZ û Der Spiegel de, îdîayên der hreqê sûcên li dibistanên ser bi Tevgera Gulen de tên kirin, tên vegotin. Li gorî vê yekê, rayedarên Daîreya Koç û Penaberan a Federal (BAMF) tespît kiriye ku li komeleyeke nêzî Tevgera Gulen a li Russelsheimê, di kûrseke ji bo entegrasyonê de sîle li zarokekî 3 salî hatiye kirin. Li gorî îdîayan, zarokekî/e din a li kûrsê bi kember hatiye girêdan û li ser vê yekê erka kûrsdayînê ya komeleyê hatiye betalkirin.

“Zext lı zaroka keç hatıye kırın ku serê xwe bınıxumîne”

Di nava îdîayên der heqê Tevgera Fethûllah Gulen de bûyerên li dibistaneke taybet a li Ludwigsburgê jî cih digire. Li gorî vê yekê, dayikek ku çeka wê diçe dibistaneke li vê derê îdîa kir ku zext li keça wê hatiye kirin ji bo serê xwe binixumîne. Her wiha gelek şahidan dan xuyakirin ku xwendekarên ne ji Tevgera Gulen in, bi awayekî rêk û pêk rastî mobbîng (zexta psîkolojîk) û tundiyê tên.Tê gotin ku dibistanên mijara gotinê di kadrobûyîn û peydakirina alîgirên nû ji bo Tevgera Gulen de, roleke girîng dileyzin.

Şerê AKP-Cemaet'ê derbasî Almanya dibe?

Bernameya ku cih dide van îdîayên der heqê Tevgera Gulen de, balkêşe ku wê di roja serdanên Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erodgan ên li paytexta Almanya Berlînê de bê weşandin. Çav li rê ye di hevdîtina navbera Erdogan û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel de îdîayên li ser nelirêtî, sextekarî û mijara Sûriyeyê derkevin pêş. Ji ber ku îdîayên li ser Tevgera Gulen li serdana Erdogan rast hat, tê gotin ku pevçûna AKP-Cemaetê êdî wê li Almanyayê mezintir bibe.

 

Bu haber toplam 791 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.