1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Serkirdeyekî Rojava daxwaza pişkê ji petrola herêmê dike
Serkirdeyekî Rojava daxwaza pişkê ji petrola herêmê dike

Serkirdeyekî Rojava daxwaza pişkê ji petrola herêmê dike

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku pişka Rojavayê Kurdistanê jî di dahata şandina petrolê de hebe.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê Tewfîq Hemdûş ku li Elmanya dijî, wiha dibêje: “Dem hatiye ku êdî Kurd li Sûriyê mala xwe rêkbixin û bibin yek ji bo birêvebirina navçeyên Kurdî li Sûriyê.”

Hemdûş got: “Pêşhatên niha rê li ber Kurdên Sûriyê nagirin ku daxwaza pişka xwe ji dahata petrola Herêma Kurdistanê bikin bo avakirina saziyan li Rojavayê Kurdistanê. Ev daxwaza han ne li dijî yasayên navdewletî ye. Ji ber ku Kurd yek netewe û ji yek niştimanî ne.”

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê daxwaz ji rêxistinên siyasî û çalakvanên seranserê cîhanê kir ku piştgiriya vê daxawza wan bikin daku di paşerojê de vê daxwazê pêşkêşî Parlamento û hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin.

Bu haber toplam 579 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.