Serkirdeyên Kurdistanê: Em bi Rûdawê re ne

Serkirdeyên Kurdistanê: Em bi Rûdawê re ne
Piştî êrîşa şevê ya li baregeha sereke ya Tora Medyayî ya Rûdawê hatî kirin serkirdeyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştevaniya xwe ji Rûdawê re derbirîn.

 


 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Parlamentoyê Yusif Mihemed, Cîgirê Serokê Parlamentoyê Cafer Îbrahîm, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Rêberê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behaedîn, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Berhem Salih, Berpirsê Desteya Kargêriya Mekteba Siyasî ya YNKê Mela Bextiyar, Serokê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmanî û Helebceyê Edhem Barzanî hevxemiya xwe liser êrîşê derbirîn û daxwaza bi lez başbûna karmendên Rûdawê ên birîndar kirin.


 

Serkirdeyên partiyên Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê jî peyamên nîgeraniyê ji Rûdawê re şandin û êrîş şermezar kirin.


 

Parlamentarên Herêma Kurdistanê, kesayetiyên siyasî, rêxistinên mafên mirov, dezgehên din ên ragihandinê bi daxuyaniyên cihê piştevaniya xwe ji Rûdawê re aşkere kir.


 

Bikarhênerên torên civakî yên înternetê bi guherandina wêneyên xwe yên profîlê bi logoya Rûdawê li ser Facebook û Twitterê diyar kirin ku bi Rûdawê re ne.


 

Saet 00:05ê şeva 25ê Hezîrana 2016an li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê êrişeke bi narincokan li baregeha sereke ya Tora Medyayî ya Rûdawê hat kirin.


 

Di encama êrîşê de karmendekî beşa peywendiyan, ajovanek û 3 pasevanên Rûdawê birîndar bûn.


 

Rûdaw aşkere dike ku birînên wan karmendan giran nînin. Ligel wê yekê zirar gihîşt du otomobîlên weşana zindî ya Rûdawê.


 

Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniyeke derbarê êrîşê de got:


 

"Eger ev êriş peyemeke tirsandinê be ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, divê terorîstên encamderên vê êrişê baş bizanin ku tu karekî terorîstî karmendên Rûdawê natirsîne û Rûdaw bi tu şêweyekî gihandina nûçe, zanyarî û rûmalên xwe yên profesyonel nasekinîne. Rûdaw ji berê ve ji tu gefan netirsiyaye, niha jî û siberojê jî dê natirse."


 

Rêvebirê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî spasiya xemxwariya serkirdeyên siyasî kir û liser piştevaniya derdorên cihê got:


 

"Ji me re manayeke mezin e. Divê em di rêye xwe de berdewam bin û baştir bibin. Hevxemiya wan serkirdeyan nîşan dide ku Rûdaw projeyeke nîştimanî ye. Herçendî siyasî di gelek mijaran de ne bi hev re û nakok bin, di bergiriya Rûdawê de yekdeng in."

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.