• Diyarbakır12 °C
  • Batman13 °C
  • Mardin15 °C
  • Bingöl6 °C
  • Bitlis6 °C
  • Elazığ9 °C
  • Erzincan7 °C
  • Şanlıurfa15 °C
  • Erzurum3 °C
  • Ağrı-1 °C
  • Gaziantep12 °C
  • Hakkari5 °C
  • Muş1 °C
  • Siirt13 °C
  • Van6 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Serokomarê Iraqê pîrozbahiya sersalê li Xirîstiyanan kir
26 Aralık 2013 Perşembe 13:24

Serokomarê Iraqê pîrozbahiya sersalê li Xirîstiyanan kir

Bi helkefta cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh û cejna serê sala nû, Serokomarê Iraqê Celal Talebanî pîrozbahiya xwe pêşkeşî Xirîstiyanên Iraqê kir.

HEWLÊR- (Navenda Nûçeyan) - Duh (25.12.2013) nivîsgeha Serokomarê Iraqê Celal Talebanî birûskenameyeke pîrozbahiyê arasteyî gelê Xirîstiyan kir û tê de cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh û cejna serê sala nû li hemû xwişk û birayên Xirîstiyan pîroz kir.

Di birûskenameyê de hatiye ku “Cenabê Serok Mam Celal daxwaza xweşî, aramî, bextewerî û jiyaneke xweş ji bo Xirîstiyan û tevaya gelê Iraqê re kir.”

“Prensîbên lêbûrîn, hezkirin û biratiyê ku mizgîniya olên asîmanî ne, fakterên rizgarîbûnê ye ji aloziyên ku niha welatê me tê re derbas dibe û ew takerê ye da ku em bighin aramî, bextiyarî û pêşkeftinê.”

“Di vê helkeftê de careke din tekez dikim ku zehmetiyên Iraqê girêdayî pêşxistina yekîtî û yekrêziya lawên Iraqê ye ji bo nehiştina teror û dijminan û dest bidin dest hev ji bo avakirina Iraqeke azad, federal, demokrat û yekgirtî.”

“Careke din pîrozbahiyê li xwişk û birayên Xirîstiyan û hemû Iraqiyan dikim bi helkefta cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh û cejna serê sala nû, bi hêviya ku şadî û xweşî bi ser tevayê Iraqê de bibare û her sal Iraq û Iraqî di xweşî, aştî û azadiyê de bin.”

Celal Talebanî ku di heman demê de Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye, ev zêdeyî salekê ye ji ber nexweşiya sekteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê li Elmanyayê tê dermankirin.

YNKê di rêya medyaya xwe re roja (10.12.2013) nûtirîn wêneyên Talebanî ku niha li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê li Elmanyayê tê dermankirin, belav kirin.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim