1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Serokwezîrê HKIyê Barzanî bi parlementerên kurd re civiya
Serokwezîrê HKIyê Barzanî bi parlementerên kurd re civiya

Serokwezîrê HKIyê Barzanî bi parlementerên kurd re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi 58 parlementerên kurd ên parlementoya Iraqê re hat bal hev.

A+A-

Hat diyarkirin ku Barzanî dê di civînê de der barê pirsgirêka di navbera wan û hikûmeta Bexdayê de, der heqê budçeya Iraqê ya 2014an, mehaneya pêşmergeyan û xebatên damezrandina hikûmetê ya li herêma Kurdistanê de agahiyan bide.

ERBÎL- Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi 58 parlementerên kurd ên parlementoya Iraqê re hat bal hev.

Hat ragihandin ku civîn dê li Hêwana Kongreyê ya Saad Ebdullah ji çapemeniyê re girtî bê kirin. Barzanî dê di civînê de der barê pirsgirêka di navbera wan û hikûmeta Bexdayê de, der heqê budçeya Iraqê ya 2014an, mehaneya pêşmergeyan û xebatên damezrandina hikûmetê ya li herêma Kurdistanê de agahiyan bide.

Parlementerê parlementoya Iraqê yê ji lîsteya KDPê Rebez Mehdî Xoşnav got ku dê di civînê de der barê pirsgirêka budçeya Iraqê ya 2014an û îxracata petrolê de biaxivin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên dîplomatîk bi dest xist ji ber ku Barzanî der barê hevdînên Bexdayê de agahî neda parlementerên kurd, parlementer aciz bûn. Bi taybetî parlementerên di lîsteya Goranê de dixwazin ku der barê hevdîtinên Barzanî de agahiyê bidin wan. Li gor agahiyan ev civîn ji ber vê tê kirin.

Tê çaverêkirin ku piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê bidin.

 

Bu haber toplam 623 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.