1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Serpêhatiya "Segvanê Xurikî"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Serpêhatiya "Segvanê Xurikî"

A+A-

                         

"Girê Amûdê têra xwe naskirî ye. Gir bê Amûd û Amûd bê gir nabe. Herdu nav divê bi hevre bin. Di nav bajarê Amûdê çemekî boş û xurt derbas dibû. Ev çemê pak û zelal ji qontara kelaha Xurika derdiket. Çem ji sê kaniyan dizan. Kaniyek ji rojhilatê kelehê, yê din li rojava û yê din jî ji navê. Hersê kanî weke keziyên bûka xweş badayî li pêşberî kelehê dighiştin hev û xwe di dol û newalê re berdidan ser bajarê Amûdê

Ehmed axayê bajarê Amûdê têra xwe bi hêz û naskirî bû. Ji ber pirsgirêkên malbatî, navbêra wî û biraziyê wî Osman axa ne xweş e. Rêvebirina gund û eşîrê bala Osmên nedikşand. Bêhtir bi seydê dadiket. Eşîra wî biryarê dide ku, keça Ehmed axayê apê wî, Qumrî Xatûnê, ji Osmên re bixwazin da ku dilmayîna nav wan rabe û Osman axa bi mal û karê eşîrê mijûl bibe. Giregirên eşîrê rêya xwe digrin û li ser merşa Ehmed axayî rûdinin û keça wî ji Osman re dixwazin. Soza mehra herduwan ji pêçekê ve hatibû birîn. Sed kîs û sed xelat, qelen hate xwestin. Destê xwe dane hev û amadekariya daweta wan dest pê kir.

Emîn, paşayê keleha Mêrdînê û nûnerê dewleta Osmaniyan li bajêr bû. Hesin bi sarî dicût. Xerc û beş distand. Kesên li dijî wî derdiket, mal, malbat, eşîr û gundên wan li ber lingan diçû. Emîn Paşa emir dide lawê xwe Çelebî ku jibo berhevkirina xerc û beşa ketiye para bajarê Amudê, xwe amade bike.

Çelebî, bi siwariyên çekdar berê xwe didin Amudê û dibine mêvanê Ehmed axa. Xwarin û vexwarin tê ser sifrê. Piştre dixwaze here derve, destşokê û avekî birjîne. Lê dema Çelebiyê kurê Emîn Paşa çav li Qumrî Xatunê dikeve, hişê wî ji serî wî diçe, bi heft dilan dil dikeve wê û yekser tê hundir, emir dide siwariyan ku xwe amade bikin jibo vegera bajarê Mêrdînê.

Çelebî bi rojan ji hundir dernakeve. Ji xwarin û vexwarinê qût dibe. Hetanî Qumrî Xatunê jê re nexwazin, ew ê çi nirx û qiymetekî nede jiyana xwe. Xeber diçe ji Emîn Paşa re. Bi siwariyên xwe û berê xwe dide Amudê, mala Ehmed axa. Li wir, bi çendsed kîsa zêdetir qelenê Qumrî Xatunê dide. Amadekariya bûkê bi lez tê kirin. Wê li ser pişta hespê siwar dikin û berê xwe didine keleha Mêrdînê.

Osman axa pê dihese ku apê wî lê qulipî ye û dergistiya wî daye kurê Emîn Paşayê Mêrdînê, Çelebî. Xwe amade dike û berê xwe dide Mêrdînê. Dibe mêvanê dostê bavê xwe, Garoyê Ermenî. Nura Belo dibe qasidê qî û daxwaziya Osman axa, bi dizî ji Qumrî Xatunê re dibêje.

Qumrî Xatunê li binya keleha Mêrdînê li benda pismamê xwe disekine. Osman axa, şerîtê jê re davêje. Bi şerîtê dadikeve jêra kelehê. Piştî kêfxweşî û laqirdiyan, li hespê xwe siwar dibin û ji wir dur dikevin.

Jina xweşik êşa serê mêran e. Ne dilek, bi dehan dil dilketiyê wê, bi sedan awir û helbest xweşikbûna wê parvedikin. Pêşî diçin cem eşîretekî ereban, paşê xwe davêjin bextê Êzîdaxanê mala Hadî. Awirên Ebdulmûtalib û Hadî baweriyê nade Qumrî xatunê ku li wir bimînin. Pêşî xwarina xwe dixwin û paşê rêyekî dibînin û bi hevre, ji wan deveran dur dikevin. Dawiyê xwe li Keleha Xurikî digrin û xwe davêjin bextê serokê eşîrê, Segvanê Xurikî. Çîroka xwe jê re dibêjin û Segvan fermanê dide ku amadekariya daweta wan pêk were.

Li kelehê devê kewarê birincê vekirin, birek pezê bijarte serjêkirin. Denê dimsê, kewarê gûz û behîva vekirin. Beniyê gûzan, bastêq, hejîra bi zembîla li meydana dawetê danîn. Dahol û zirne, kemançe û tembûrvan anîn, li nava kelehê govend û dîlan xweş kirin. Dengê lîlandin, qêrîna zirnê, çingîna tembûrê, gurmîna defê, çivîna kemançê li nava kelehê li hev vedigeriya. Dengê xêlî û berbûya hevdu digirt, di ser bircên kelehê re li zinarên hember diketin.

Emîn Paşayê Mêrdînê dide pey şopa Osman axa û Qumrî Xatunê. Bi hêzek mezin tên ber keleha Xurikî. Xwediyê soza berê û egîdê nasdar Segvanê Xurikî dê çi car dotmama Osman axa nede Çelebiyê lawê Emîn Paşa. Şer dest pê dike û giran dibe.

Segvanê Xurikî xeberê dide eşîrên dost yên cînar ku werin bi hawarî wî ve. Lawek Segvan di şerde tê kûştin û du lawên wî hêsîr dikevin. Lê ew ji soz û peymana xwe nagere. Osman axa dadikeve meydana şerî hemberî Çelebiyê kurê paşê. Lawê paşê tê kûştin. Şerê manû nemanê dest pê dike. Eşîrên cînar têne bi hawara Segvanê Xurikî, herdu lawên wî azad dikin, Emîn paşayê Mêrdînê û tevayê şervanên wî têne kûştin…”

Ev serpêhatiyek kevnare ye. Ji aliyê dengbêjan ve ji Amûdê heta Tora Evdînê, bi versiyonên cewaz tê gotin. Nivîskar Mistefa Cizîrî, demek dirêj li ser xebitî û weke pirtûk bi navê "Sekvanê Xurikî" pêşkeşî xwendevanan kir. Kitêb bi kurdî ye. Di i nav weşanên Enstîtuya Kurdî li Stockholmê derketiye.

 

Bu yazı toplam 782 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.