1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Sersala we pîroz be
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Sersala we pîroz be

A+A-

 

Sala nû hat. Em weke gel, sala derbasbûyî, bi bûyerên xweş û nexweş re rûbirû man. Bi hinekan êşiyan û bi hinekan jî serkevtin bi dest xist. Em bi xweşî û nexweşî, xemgînî û kêfxweşiyên sala nû, bixêrhatina wê dikin.

Sala derbas bû, li gelek welatan, şer û pevçûn, şîdeta li ser nave baweriyê, bê westan domiyan. Bi sed hezaran penaber ketin riyan, cîh û warên xwe bi cîh hiştin. Lê pejirandina wan ne hêsan bû. Li hêla din, krîza aborî a gilover, mirovên feqîr hejartir kir. Sala 2015 an, bi êrîşên li dijî rojname û rojnamegeran, derbas bû. Gelek rojnameger canê xwe ji dest dan.

Gelek bûyerên cewaz û nexweş li welatê me jî hatin pê. Bi kul û keser bûn, hinek ji wan. Fîlmê qedera me, wêneyên jin, zarok û pîra, dema sirgun kirina ji welatê xwe, dubare bûna heman dîmenên penaper bûna li ser xaka xwe, zarokên ketin ber pêla êrîş û reva ji ber “Hêzên Reş”, di tv de belav kirin. Jiyana bê mal û war, li ber sermayê, tazî û birçî û halê perîşantiyê, bala mirovahiyê kişand. Cendekên bê rih û can, şopa xwe hiştin di mêjiyan de. Miriyên bê xwedî û çend rojan neveşartî, bûn deng û behs.

”Hêzên Reş” berê xwe dabûne ”Welatê Rojê”. Êzdî, an ku nîşan û ispata habûna me, xistin ber êrîşê. Ji holê rakirina rehên eslî ji kûrahiya erdê, tunekirina çand, adet û baweriya kevnare, kiribûn karê xwe î esasî. Helbetsvanan ji nû ve dest avêtin pênûsê. Reş girêdan rûpelên spî. Qala bêkesiya me hat kirin carek din, di medyayê de. Penaberiya çend bare li welatê xwe, hat rojevê. Zarok, jin û pîrên me, bi hêla çiyê ve reviyan. Cendekên şehîdan di nav piyan de man. Hejmarek mezin, kom bi kom, sînorên welatê perçekirî derbas kirin. Têl û xetên sor ên nav welêt li paş xwe hiştin. Serma li der, bêav û bênan mayî, bi cilên perçebûyî, pir pîne û rizî, bûne cihê niqaşê. Riya çûn û nehatinê, hawar û gazina ji bo guhên ker û mirovahiya hov, bibû mijara gazinê.

Jin û keçên me direvandin, dihatin firotin, di bazara xwediyên herdu dinya. Kêfxaneyên wan de parve dibûn. Dibûn navgînên kêf û eşqê. Rojname, tv û radyo qala wan dikirin. Fitû û mehra keçên biçûk, jinên bi halekê dibûn cihê pirsê. Kolekirina jinên zarok, bi navê baweriyê dihate rojevê.

Bibû cihê şer, qada man û nemanê, xaka pîroz. Dîroka gelê kevnare, rûpelên spî vê carê ne reş, bi êş û qêrîn bû. Mizgîniya serkevtinê, kêf û dîlanê dinîvisîn û belav dikirin. Destanek nû diafirandin û li çiya û bajaran belav dibû. Lehengiya şervanên kurda kiribûn stiran. Dengbêjan şahidiya wê dikir, ji nû ve şirove dikirin û radigahdin neslên nû. Destanên mêraniyê nivîsîbûn, egîdên welatê me, şervanên xaka pîroz. Vê carê, mîna herdem, Jina Kurd bibû sembola berxwedana însanetiyê. Li başûr û rojava destanên dîrokî nîvîsî bûn. Carek e din dubare dibû, peyva bi hezaran salan kevn û dîrokî: ŞÊR ŞÊR E ÇI JIN E ÇI MÊR E.

Lewra 2015 û sala nû, bi hêviyên mezin ji bo azadî û aştiyê avis e. Mizgîniya rojên ronî li ser xaka bav û kalan dide. Serkevtina şervanên kurda, bi taybetî Jina Kurd, hêviyên vejandina toleransê, xurtkirina pirçandî, pir zimanî û pir baweriya li ser xaka me dide.

Herdem wiha bûye. ”Hêzên Reş” xwestine kêf û serkevtina me bi girî û hêstiran bifetisînin. Bajar û taxên me di nav dixan û hilma barûdê de bihêlin. Cendekên me li erdê bêxwedî bimînin û kêfa me, bikin kabûs û jiyanê li me bi jehr bikin.

Divê neyê jibîrkirin ku, gelê me aştîxwaz e. Şer nexwaz e. Em dixwazin, li ser xaka bav û kalan, bi nasname, ziman û çanda xwe, di nav azadî û aştiyê de bijîn. Tu hêz nikare daxwaziya 35 milyon kesan a ji bo aştî û azadiyê ji holê rake. Em dikarin bên girtin û kûştin. Dikare tadeyî li me bê kirin. Lê çi kes nikare hizra me a azad, ji bo aştî û azadiyê bi sînor bike, di zindanan de hepis bike.

Bi van hîsan, sersala we pîroz be. Sala nû bi xêr û xweşî bê. Rojên ronîtir bihêne welatê bav û kalan.

 

Bu yazı toplam 1383 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.