Şêwirmendê MÎTê: Armanc Kurdistana mezin e

Şêwirmendê MÎTê: Armanc Kurdistana mezin e
Şêwirmendê MÎTê: Armanc Kurdistana mezin e

 

 

Cîgirê berê yê Şêwirmendê Teşkîlata Îstixbarata Netewî ya Tirkiyê (MÎT) Cevat Oneş got, armanca Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi referandûmê li çar perçeyan avakirina Kurdistanê ye.

 

Cevat Oneş got, divê Kurd ne bi şerî mafê xwe bistîne û bila rê nedin karesateke din dûbare bibe.

 

Oneş diyar kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Tirkiyê tevgereke girîng e, û wiha domand:

 

“Bi min gellekî girîng e ku Selahattin Demîrtaş, êrişên PKKê şermezar dike û ji bo rê li ber bûyerên wiha bê girtin, li partiyên din bang dike.”

 

Cevat Oneş pirsên Rûdawê yên derbarê rojevê de bersivandin.

 

Li Tirkiyê gellek teqîn û êrişên bombeyî rû didin. Li gor we ev rewş dê heta kengî berdewam be?

 

Teqînên li Stenbol û Midyadê didin xuyandin ku êrişên bi vî awayî dê bidomin. Mixabin bûyerên li Rojhilata Navîn, hewldanên guhertina sînorên Iraq û Sûriyê û şerê mezhebî û nijadî, bandor li Tirkiyê jî kir.

 

Li hemberî windakirênên li çiyayan û bajaran dest bi kiryarên terorî kirin. Sivîlan dikin hedefa xwe. Êriş berfirehtir dibin.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû: “Ev têkoşîn dê heta qiyametê dewam bike”. Gelo tê wateya ku mizakerê dê heta hetayê were paşxistin? 

 

Çênabe mizakere dîsa dest pê nekin. Tevî her tiştî divê Kurd û Tirk daxwaza aştiyê bikin. Divê têkoşîna li dijî terorê berdewam be. Bila gotinên serokomarê me bi wî awayî neyên şirovekirin.

 

Tirkiye ji vî alî ve serdemeke hesas derbas dike. Tirkiyê li cîhana îslamî bi nasnameya xwe ya demokratîk tê naskirin. Rewşa Tirkiyê ji xeynî sistema sekuler û demokrasiyê ti pergelê qebûl nake. Ti hêz jî nikare vê yekê biguherîne.

 

Peywendiyên Tirkiyê bi Yekîtiya Ewropayê re çawaye?

 

Tirkiye îro xwe ji derve re îzole kiriye. Sedema vê yekê şaşitiyên siyaseta derveye. Lê girîngiya jeopolîtîk û pêşketiya aborî ya Tirkiyê ji bo hemûyan girîng e. Aramiya Tirkiyê ji bo herêmê gellekî girîng e. Tevî her tiştî divê Tirkiyê ji bo aştiya herêmê, ligel Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê bixebite.

 

Parlamenterên HDPê dê bixin girtîgehê?

 

HDP ji bo Tirkiyê tevgereke girîng e. Di vê pêvajoya ku êriş têne kirin de dibe ku hin şaşiyên HDPê hebe. Bi min gellekî girîng e ku Selahattin Demîrtaş, êrişên PKKê şermezar dike û ji bo rê li ber bûyerên wiha bê girtin, bang li partiyên din dike.

 

Bi operasyona Minbicê peywendiyên Tirkiyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dê asayî bibe?

 

Li gor min, divê em zêdetir li ser vê yekê bihizrin. PKK li Iraq û Sûriyê, bi çekan nagihêje armanca xwe. Gelê Iraq û Sûriyê dê biryara çarenûsa xwe bidin. Paşeroja xweseriya bi çekan nîne.

 

Herwiha divê li wê herêmê berjewendiyên şerî yên hêzên navneteweyî li berçav bigre. Taybetî divê Kurd ji bilî metodên şerî mafên xwe bidest bixin. Girîng e ku karesateke dîrokî dîsa li ser Kurdan dûbare nebe.

 

Tirkiyê li şûna komên li Sûriyê, piştevaniya Kurdan bike ma baştir e?

 

Dîrok û kultureke hevbeş a me ligel Kurdên Sûriyê heye. Divê Tirkiye ji bo ku li Sûriyê şer were rawestandin bixebitê û bibe alîkar ku gelê Sûriyê bixwe derbarê çarnûsê xwe de biryarê bide.

 

Ji bo hevkariya bi Kurdên Sûriyê re divê PKK êrişên xwe yên çekdarî rawestine.

 

Tirkiyê tevî hişyariyên Amerîkayê li ser helwesta xwe berdewam bike, rewşeke çawa dê derbikeve holê?

 

Amerîka di bûyerên li Rojhilatê Navînde rola sereke dilîze. Amerîka niha jî raste rast yan jî neyekser peywendiyên xwe ligel Rûsyayê bihêz dike. Em hêvî dikin ku ev geşedan bibe sedema şerê Sûriyê raweste û mizakereyên aştiyê dest pê bike. Piştî bidawikirina terorê hin guhertinên din dê çêbibe.

 

Li gor we mimkûn e ku li Rojavayê Kurdistanê bo Kurdan heremeke federal bê avakirin?

 

Em dibînin ku niha Sûriyê perçe dibe. Yek ji alternativan ev e. Lê divê derbarê federasyon yan jî kantonan de gelê Sûriyê biryara xwe bide. Heger aliyekî çekdarî bi zorê hewl bide wê yekê bide qebûlkirin, dibe ku şerê nijadî rû bide. Şerê Kurd û Ereban dê li Rojhilata Navîn bibe sedema karesateke nû.

 

Tirkiye, referandûma li Herêma Kurdistanê bê kirin, çawa dinerxine?

  

Birêz Barzanî li Iraqê ferderalîzm bidest xistiye. Referandûma serxwebûnê her tim xeyala Barzanî bû. Armanca bingehîn yekîtiya Kurdan û li çar perçeyan avakirina Kurdistanê ye.

 

Ev armanc her tim perçeyeke siyaseta hêzên navneteweyî û empeyalistan bû. Şerê li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe bikar anine. Di vê çarçoveyê her tim Kurd bikar anîne. Bi min Îran, Rûsya, Amerîka û dewletên li herêmê dixwazin vê dîrokê careke din zindî bikin.

 

Ji aliyê din ve ez bawer nakim ku di demeke nêzîk de encamên baş ji referandûmê derbikevin. Ez bifikarim ku li Iraqê dê bibe sedema destpêkirina şereke din. Li Iraqê deskeftên Kurdan girîng in. Îro peywendiyên Kurdan bi Tirkiyê re baş in. Di vê bi politikayên aştiyane tevbigerin. Ez dibêjim girîng e, mirov metersiyan zû bibîne.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.