1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Şewitandina çiya û daristanan û serpêhatiya Melayê Meşhur
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Şewitandina çiya û daristanan û serpêhatiya Melayê Meşhur

A+A-

 

Pêşî ji hêla Şirnex, Dersimê û niha aliyê Bagokê dengê hawar û gaziyê bilind dibin. Daristan dişewitin, agir bi çiyan dikeve. Agirê li Çiyayê Bagokê, pir bi xeterî, dar û şînayiya li pêşiya xwe dişewîtine û berê xwe firehtir dike. Felaketa didome, nikare bê kontrol kirin, şaredariya mezin a Mêrdînê ji xelkê daxwaz kiriye ku bibin alîkar. Wiha bidome gund û bajar jî wê bikevin ber xetera şewatê.

Dema şerê nav kurd û hêzên dewletê dibe, xweza welatê me jî pê re dibe qurban. Herêma şer lê dibe, pevçûn dertê bi çekên giran radibin hev. Bi taybetî, deverên bilind, li çiya şer dikare dirêj bidome. Çekên giran ku agir ji devên wan dibare, ne tenê mirovan, xwezayê jî bi xwe re xirap dikin. Dar dişewitin. Ajelên bê guneh jî telef dibin.

Kurd, mîna hercar, dewletê bi ”agirberdana daristan û çiyê” sucdar dikin. Belê, siyaset û helwêsta dewletê ji bo çaraseriya pirsgirêka kurd bi şîdetê, şaş e. Şewitandina çiya û daristana ne karê mirovan e. Divê, dewlet di vemirandina agir de karê xwe bikin.

Ez vê fêm dikim, dewlet sucdar e. Lê mîna ”Melayê Meşhur” gotiye, qet sucê me kurda tune ye. Tê zanîn;

”Diz dikevin mala Melayê Meşhur, çi hebe didizin û winda dibin. Adinî rojê, car û cînar tên û bi dorê gazinan ji xoce dikin:
- Çarçoveyên pacê te, zirav in. Hemû kes dikare bişkîne û bikeve mala te. Ma ev çi pac in!?
- Deriyê te kevn e, tu pêhnekê lê bide, wê derî bişke. Ji xwe wê werin diziya te!
- Qûla sobêya di dîwêr de fireh e, du mirov dikarin tê re derbas bibin. Te ne qûlek ji dixana sobê re, lê te ji dizan re, pacek vekirî ye.

Mele Nisredîn nema xwe digre û dibersivîne:
- Heyra, heyra ez we fêm dikim! Ez sucdar! Lê ma qet sucê diz tune ye?!”

Vê kêliyê li gorî hiqûqê, gund bûne beşek ji bajêr, taxek ji ên bajaran têne hejmartin. Şaredarî di dereca pêşî de mesul in ku agir vemrînin. Ji bo vemirandina êgir, alavên pêwîst bikirin. Belediye li gelek bajarên mezin, dema agir bi mal û daristanan dikeve, bi hevkariya saziyên din, dikarin helîkopteran jî bixine dewrê. Bi hêsanî herin û berpirsên dewletê şiyar bikin. Di demê wiha de, ji sucdarkirinê bêhtir, hevkarî û vemirandina êgir giring e.

Ne tenê vemirandina êgir, her wisa agehdarkirin û ronîkirina xelkê jî derbarê şewata mal û daristanan jî divê bikin. Havîna, germa li aliyê me hildikişiye heta 50 pileyan. Xelk diçin daristanan, ber avê û deverên honik. Goşt dibrêjin. Li gunda, bi munasebetên cewaz agir dadidin. Divê, piştî karê xwe qedandin, agirê du xwe de, bitemirînin, vemrînin.

Anku ji gazina dewletê bêhtir, divê em bi xwe karîbin, hinek karan bikin. Amede bin û zû mudaxela buyerên wiha bikin. Pêwîst e hêza me têr bike ku karîbin rê li ber felaketên mezintir bigrin. Hetanî em xwe rexne nekin, kêmasiyên xwe nebînin û tedbîrên xwe nestînin, em ê nikaribîn ser nigên xwe rawestin, xwe birêve bibin. Û mîna cîranên Mele Nisredîn, em ê jî qet sucê diz nebînin, destnîşan nekin.

 

 

 

Bu yazı toplam 683 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.