1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. SIPRI: Zêdebûna firotina çekan li Cîhanê û rewşa Turkiyê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

SIPRI: Zêdebûna firotina çekan li Cîhanê û rewşa Turkiyê

A+A-

 

Navenda ”Enstîtuya Navnetewî a Lêkolînên Aştiyê- SIPRI” li Stockholmê ye. Saziyek serbixwe ye. Bi mijara aştiyê mijûl dibe. 1966 an ve, ji 50 welatan bi pisporên xwê ên taybetî, agehdariyên afirandin, bazirganî, firotin û kirîna çeka, sînorkirina biçekbûyinê esas digre û li ser pirsê lêkolînên cewaz dike. Tehdît û xeterên li pêşiya aştiyê, afirandin, firotin û kirîna çekan di çarçoveya hiqûqa navnetewî dinirxîne. Raporan amade dike, konferansan li dar dixe, raya giştî ronî dike û di medyayê de agehdariyên giring belav dike. SIPRI, li ser pirsê hevkarê Netewên yekbûyî, Yekîtiya Europayê, hikumet û saziyên cewaz e.

SIPRÎ rapora xwe a nû ku zaniyariyên 2014 an bingeh digre, belav kir. Li gorî wê, Emerîka di firotina çekan de weletê yekem e li Cîhanê. Paya firotinê, 37 milyar dolar in. Lê bazara Emerîka û Europayê ne mîna berê ye, firotina wan kêmtir bûye. Di salên 2013-14 an de, kar, anku hatina Emerîka ji % 4. 1 û a Europayê ji % 7. 4 an kêmtir bûye. Di raporê de hêla herî balkêş, pirafirêneriya çekan, firotin û firehbûna bazara Rûsyayê li Cîhanê ye.

Sala derbasbûyî, 100 fîrmayên herî mezin li Cîhanê, nêzî 401 milyar dolarî çekên cewaz firotine. Şîrketa herî nasdar Lockheed Martina emerîkî, hatina xwe, ji % 3. 9 zêdetir bûye. Fîrma Boeing a emerîkî û BAE Systems a Ingilîztanê ên duwem û sêwem in ku gelek çek firotine.

Rûsya, berî bi salekê, 9 fîrmayên xwe di lîsteyê de hebûn. Lê di rapora nû de, du fîrmayên din jî lê zêde kirine û hejmara fîrmayên mezin bûne 11. Almaz-Antei, fîrma wan a herî navdar û xurt e. Bêhtir, çekên li hember êrîşên ezmanî, balafirên şer ûhwd diafirîne. Uralvagonzavod jî, panzêrên şer çêdike. Şîrketên rûsî, ji bo çêkirina çekên nûjen, sermaya xwe mezintir kirine. Ji bo xurtkirina endustriya çekan, mesrefek baş dikin û çûna wan ji % 48. 4 zêdetir bûye.

Rapora SIPRI, di salên 2010-2014 an de, 10 welatên herî bêhtir çek kirîne eşkere dike. Dewletên ji % 49 çekên li tevayê Cîhanê hatine firotin, kirîne û xistine emrê artêşê ev in:

Hindîstan ji % 15, Arabistana Siudî % 5, Emîratên Erebên Yekbûyî % 4, Pakistan % 4, Awustralya % 4, Turkiye % 3, Emerîka % 3, Koreya Başûr % 3 û Sîngapor % 3.

Ligorî raporê, 2010-2014 an de, 10 welatên herî bêhtir çek firotine ev in:

Emerîka ji % 31, Rûsya % 27, Çîn % 5, Almanya % 5, Fransa % 5, Ingilîztan % 4, Ispanya % 3, Italya % 3, Ukranya % 3, Israîl % 2.

SIPRI, ji 2013 an ve Brezîlya, Hindîstan, Koreya Başûr jî di nav de, bi taybetî pêşketina endustriya çekan li Turkiyê ji nêz ve dişopîne. Ji bo şopandinê, şaxek nû vekirî ye. Li gorî wê, paya şîreketên van welatan di firotina çekan de ji % 3. 7 e. Bi taybetî li ser pêşketina endustriya çeka li Turkiyê, lêkolînerê SIPRI yê Pieter Wezeman wiha dibêje:

"Di lîsteyê de du fîrmayên turka ku çekan diafirînin hene: ASELSAN yek jê ye. Fîrmayê sala derbasbûyî, ji firotina çekan hatina (kar) xwe ji % 5.6 zêdetir kirî ye. Şîrketa afirênerê çekên ezmanî TAI, di lîsteya navnetewî de dora 89 an de ye. Di du salên dawiyê de fêdeya xwe ji % 15. 1 bêhtir bûye.

Turkiye dixwaze di afirandina çekan de, serbixwe bibe, bi kêrî xwe were, bersiva pêwîstiyên xwe bide. Li welêt, bi awayek agresîv, sermayên xwe zêde kirin, endustriya çeka pêş xistin û berê bazarê dane firotina derve, anku ixracatê. Vê yekê, ASELSAN û TAI di demek kurt de xurttir kir û qezenca wan zêdetir kir."

 

 

Bu yazı toplam 710 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.