1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Şirovekirina kitêbên pîroz û jin
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Şirovekirina kitêbên pîroz û jin

A+A-

 

Jin, dê ye, bi mehan zarokê di zik, bi bedena xwe re hildigre. Bi qolinc û êşên mezin, zarok tê dinyê. Bi hîsên dayiktiyê, bi giriyê zarokê re hêstiran dibarîne û pê re bêxew dimîne. Naxwe dide zarokê, li xwe nake jê re dike cil û pêlav. Zarokê bi çîrok û stiranan mezin, bi ziman û çanda wê kamil dike.

Keç e, jin. Hêviyên pêşerojê ne, ji bo dê û bavan. Ew ê bixwînin, bibin xwedî meslek. Kar bikin, bizewicin û neslên nû dê bi saya wan bidome.

Jin, kebaniya malê ye, derdê mêr û zarokan dikşîne. Li mal dê, derve karker û xebatkar, êvaran jî jin e. Stûna malê ye.

Jin di qada şer de, şêr e. Bi çek û rext e. Berxwe dide, reng, moral û çira şerê azadiyê ye. Toleransê, anku rengê mirovahiyê û aştiyê dide siyasetê. Kur e, zana ye û dûrbîn e. Hişkî û reqbûna polîtîkayê, bi hîs û helwêsta jinê nerm dike.

Jin nîvê civatê ne. Divê ne tenê li mal û qada şer êşa me parvekin. Lê li wan bê guhdarkirin û di îdarekirina welêt de desthilatdar bin. Da ku wekhevî were pê. Û çewtiyên ji ber desthilatdariya mêran dibin, cihê xwe bidin rastiyê, desthilatdariya hevbeş û pircinsî.

Mijara şirovekirina kitêb û hedîsên pîroz jî wiha. Beşdarbûn û bandora jina di pirsên olî de hebû û îro jî didome. Şiroveyên wan, ji hêla mijara mîras, mafê jina, tadeya li mal, zilma li ser civatê, nûnertiya olî û rêvebiriya siyasî ve têra xwe balkêş in.  

Heman pirs li Europayê jî pir hatiye/ tê niqaşkirin. Jin, di çarçova tekstên pîroz, pîvanên demokrasî û însanî nêzî pirsê dibin û tesîrê li raya giştî dikin. Di rêvebiriya dêr û manastiran de cîh digrin. Dibin keşe û metran. Gelek dêr bi saya jinan, ne tenê ji bo Xaçperestî û Îsayê Meryemayê, lê ji bo nirxên însanetiyê û dermankirina brînên şer dixebitin. Li dijî şer û hejartiyê, karên bi nirx û giranbiha dikin. Ji peydekirina nakokiyên nav ola dûr dikevin, çand û ola li hev nêzîk dikin.

Di ola Îslamê de rol û desthilatdariya jinan, mijarek hesas e, lê têra xwe balkêş e. Niqaşên derbarê mijarê, çend roj in li Europayê, bi vekirina mizgeftek nû, zêdedir bû.

Li Peytextê Danmark, Kopenhamnê ”Mizgefta Meryem”ayê berî niha deriyên xwe ji îbadet û xizmeta giştî re vekir. Îmam û oldarên mizgeftê, jin in. Rojên înê, xutbe ji bo jinan e. Lê mizgeft ji mêran re jî vekirî ye.

Şêrîn Khankan ku îmama mizgeftê ye dibêje, şirovekirina nivîsên pîroz divê ji aliyê jinan ve jî bibe. Derbarê mijarê, ne tenê mêr, lê jin jî bibin xwedî gotin û desthilatdar. Şêrîn xanim bawer dike ku, şirovekirina pirsên hesas, mîna berdan û neheqiyên li malê, xelk wê giringiyê bêhtir bidin dîtina oldarên jin.

Li gorî nûçeyên belav dibin, piştî Danmarkayê, li Swêdê jî jinên oldar û Mihemedparêz qala vekirina mizgeftek nû, di rêvebiriya jinan de û îmamên xwe jin bin, dikin. Îslamologên Îskandînavî, pêşketinê erênî dinirxînin û şiroveya tekstên pîroz ji hêla jinan ve giring dibînin. 

Bu yazı toplam 750 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.