1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Sîstema xweser wê ji bo Suriyê bibe nimûne’
‘Sîstema xweser wê ji bo Suriyê bibe nimûne’

‘Sîstema xweser wê ji bo Suriyê bibe nimûne’

Nûnerên Întermediate û Enstutiya Prosesa Demokrasî ya Britanya Jonathan Powell û Michael Keating ku ji bo hevdîtinên bi partiyên siyasî re hatin.

A+A-

QAMIŞLO– Nûnerê Enstûtiya  Prosesa Demokrasî Jonathan Powell û Nûnerê Întermediate Michael Keatingçavdêriyên xwe Rojava bi ANHA’yê re parve kirin. Powell destnîşan kir ku saziya wan saziyake sivîl e û ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan a bi rêyên siyasî têdikoşin û wan xwestine rewşa Rojava ji di cîh de bişopînin. Powell anî ziman ku di çapemeniya cîhanê de gelek tiştên cûda li ser Rojava dihatin gotin, lê tevî ku li tevahiya Suriyê rewşa şer heye jî, wan li Rojava rewşeke bi aram dîtiye. Powel ku li bajarê Qamişlo çend hevdîtin pêk anîn, got ku li vir jî rewş aram e û ji gelek aliyan de karê aborî tê meşandin.

Powell diyar kir tevî ku Rojava hatiye dorpêçkirin û pirsgirêkên abaorî hene jî, gelê herêmê ji gelek aliyan ve bixwe aboriya xwe birêxistin dikin.

Powell bal kişand ku li tevahiya Suriyê netew û ol di nava şer de ne, lê li Rojava nûnerên hemû netew û olan li hev dicivin û bi riya nîqaşan û siyasetê li çareseriyên domkratîk diğerin. Powell got ku sîstemek nû û demokratîk a ku li virt ê xwestin bê avakirin, wê ji bo tevahiya Suriyê jî bibe numune.

Jonathan Powell jî anî ziman ku ew ê bi du nameyan rewşa Rojava bi cihanê re parve bikin û bixwazin ku  ambargo li ser herêmê rabe û gelê herêmê karibe rewşa xwe ya aborî xurtir bike, her wiha sîstema ku tê avakirin û jiyana hevbeş vebêjin.

(anha)

 

Bu haber toplam 908 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.