• Diyarbakır4 °C
  • Batman4 °C
  • Mardin3 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis-2 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa8 °C
  • Erzurum1 °C
  • Ağrı0 °C
  • Gaziantep9 °C
  • Hakkari-2 °C
  • Muş1 °C
  • Siirt3 °C
  • Van0 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Şivan Perwer bersiva rexneyan da
22 Kasım 2013 Cuma 16:35

Şivan Perwer bersiva rexneyan da

Perwer: "Ji bo min rûmetek e ku ez ji ber helwesta siyasetmedarên ku digel hemû rîskan pêvajoya aştiyê dan destpêkirin û didin berdewam kirin, wan pîroz bikim û spasiyên xwe pêşkêşî wan bikim."

 

ERBÎL -  Hunermendê kurd Şivan Perwer li ser daweta Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî li Diyarbekirê bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir, piştî 38 salan hat Tirkiyeyê. Perwer ji ber rexneyên ku li wî tên kirin, daxuyaniyeke nivîskî da. 

Perwer got ku hin serokên partiyên siyasî li ser hatina min a piştî 38 salan ya Tirkiyeyê êrîşî şexsîyeta wî dikin û vê yekê jî dikin mijara polemîkan. Perwer diyar kir ku van êrîşan gelekî watedar dibîne û da zanîn ku xwe mecbûr hîs kir ku daxuyaniyekê bide. 

Perwer destnîşan kir ku armanca hatina xwe ya Tirkiyeyê berê bi daxuyaniya çapemeniyê û roja yekşem a borî jî di civîna çapemeniyê de îlan kiribû ku hatina wî 'bi awayekî diyar ji bo ku piştgira aştiyê û li ser vexwendina Mesûd Barzanî' bû. Perwer axaftina xwe wiha domand: 

"Serokê Giştî yê MHPê Bahçelî bi nêrîneke nijadperest ku li hemû dinyayê wek sûcê mirovahiyê tê dîtin û biçûk tê dîtin, êrîşî kesayetiya min kir lê ev yek bi tu awayî dê min ji hewldanên min yên ku hesreta aştî, hezkirin û biratiyê ne, dûr nexe. Li Tirkiyeyê xwedîderketina hestên aştî û biratiyê û belavbûna van hestan her hal bû sedem ev nêrîna ku xwe bi çanda pevçûnê xwedî dike, bikeve nav ragêşiyê. Ji ber vê yekê erîşî kesayetiya min dikin.  

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku bixwe jî kurdekî dersîmî ye jî piştgiriya min ya ji bo aştiyê bi qetlîama Robozikê ya ku yek ji trajediyên şerê 30 salî ye, îstismar kir û êrîşî kesayetiya min kir. Kiliçdaroglu hatina min xiste wek malzemeya polîtîkaya navxweyî ev yek hem ne samîmî ye, hem jî hîç li serokê partiya muxalefeta sereke nehatiye. Partiya ku birêz Kiliçdaroglu serokê wê yê giştî ye, her dem bi nêrînên xwe yên nijadperest û redker derdikevin pêşberê me û diyar e ku ew jî van yekan xweş dibîne. Digel van hemû tiştan ez îstismarkirina êşên gelê kurd yên ji hêla Kiliçdaroglu ve, li hêviya wijdana gel dihêlim."  

Perwer diyar kir ku bi awayekî giştî helwesteke wî ya ku methê wan bike, piştgiriyê bide tu partiyê an jî şexsekî tuneye û wiha axivî: "Lê belê ji bo min rûmetek e ku ez ji ber helwesta siyasetmedarên ku digel hemû rîskan pêvajoya aştiyê dan destpêkirin û didin berdewam kirin, wan pîroz bikim û spasiyên xwe pêşkêşî wan bikim. Ez hêvîdar im kesên ku min bi awayekî nebaş, giran û yekalî rexne dikin jî piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê û wê demê ez ê ji dil û can spasiya wan jî bikim."

Wek hunermendekî ku êşên gelê xwe her dem bi hunera xwe aniye ziman, berpirsyariya min a herî mezin ew e ku ji bo dawî li van êşan bê hewl bidim. Xeyala min a herî mezin ew e ku ez civakeke demokratîk, wekhev, xweşhal, xweşbîn û azad de bijîm. Ez dixwazim bidim zanîn ji bo ku ev xeyala min bi cî bê, ez ê bi hunera xwe di pêvajoya li pêşiya me de, bi projeyên berbiçav piştgiriyê bidim pêvajoyê. "

(AA)

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim